Partiya Rûsyaya Dadmend serketina HDP'ê pîroz kir - HAT NÛKIRIN
Serokê Rossiya Spravedlivaya Rossiya (Partiya Siyasî Rûsya Dadmend) Sergey Mîranov bi daxuyaniyeke nivîskî serketina HDP’ê li Hevserokên HDP’ê pîroz kir.
Serokê Rossiya Spravedlivaya Rossiya (Partiya Siyasî Rûsya Dadmend) Sergey Mîranov bi daxuyaniyeke nivîskî serketina HDP’ê li Hevserokên HDP’ê pîroz kir.
Serokê Rossiya Spravedlivaya Rossiya (Partiya Siyasî Rûsya Dadmend) Sergey Mîranov bi daxuyaniyeke nivîskî serketina HDP’ê li Hevserokên HDP’ê pîroz kir.
Serokê Partiya Siyasî Rûsya Dadmend Sergey Mîranov bi daxuyaniyek nivîskî, serketina HDP’ê li Hevserokên HDP’ê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku HDP'ê bi rêjeya ji sedî 13.1 a dengan re benda hilbijartinê ya ji sedî 10'an derbas kiriye û 80 wekîl şandiye Parlamenta Tirkiyeyê. Mîranov diyar kir ku ev yek ji bo HDP'ê destkeftineke dîrokî ye û ji bo Tirkiyeyê jî destpêkeke nû ye.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Ji bo hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan, Rêzdar Selahattîn Demîrtaş û Rêzdar Fîgen Yuksekdag;
Li ser navê Partiya siyasî RÛSYAYA DADMEND û li ser navê xwe We bi serketina dîrokî ya PARTIYA DEMOKRATÎK A GELAN di hilbijartinên giştî de pîroz dikim. HDP benda ji sedî 10 derbas kir û ji sedî 13.1 dengê hilbijêran wergirt û bi vî awayî karibû 80 wekîlên gel bişîne Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyê. Qet guman nîne ku ji bo partiya We ev destkeftineke dîrokî ye, ku ji bo Tirkiyeyê jî bû destpêkeke nû.
Xebata serketî ya di Meclîsê de dikare bibe nimûneyeke baş ji bo kurdên ku li welatên din dijîn. Herwiha ji bo gelên hewêrdor, da ku ew jî bikaribin bigihîjin armanca xwe ya avakirina yekîtiyê û xurtkirina demokrasiyê.
Em bi kêfxweşiyeke diyar dikin ku di navbera partiyên me de li ser bingeha fikir û ramanên hevpar ên girêdayî dadmendiya civakî û piştevaniyê, têkiliyên dostane ava dibin. Em piştevanên têkoşîna We ya ji bo pêşerojeke aştiyane û ronak a ji bo gelê kurd in.
Partiya siyasî RÛSYAYA DADMEND alîgirê berfirehkirina têkiliyên navpartiyî û pêşxistina hevkariyê di navbera partiyên me de ye.
Silav û rêz Serokê Partiya RÛSYAYA DADMEND Sergey Mîronov"