Partiya Pîrate ya Swîsre: Li dijî Erdogan divê kes bêdeng nemîne
Hevserokê Partiya Pîrate ya Swîsre Saoulî li dijî faşîzma Erdogan û AKP/Qesrê bertek nîşan da û xwest ku Hikûmeta Swîsre ya Federal li dijî Tirkiyê bibe xwedî pozîsyoneke zelal.
Hevserokê Partiya Pîrate ya Swîsre Saoulî li dijî faşîzma Erdogan û AKP/Qesrê bertek nîşan da û xwest ku Hikûmeta Swîsre ya Federal li dijî Tirkiyê bibe xwedî pozîsyoneke zelal.
Li dijî Erdogan û hikûmeta AKP’ê ji ber sedema êrîşên wan ên bi ser Kurdan û muxalîfan de ji her alî bertek tên.
Hevserokê Partiya Pîrate ya Swîsre Guîllaûme Saoulî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da, polîtîkayên derhiqûqî yên li Tirkiyê yên vê dema dawî bi zimanekî tund rexne kir. Saoulî bang li Hikûmeta Federal a Swîsre kir ku li dijî Tirkiyê bikeve tevgerê û got, ne rast e ku li dijî Tirkiyeyê ku ji demokrasî û heqê mirovan napereze, bêdeng bimîne.
‘SWÎSRE DIVÊ ÊDÎ NEKEVE MILÊ TIRKIYÊ’
Saoulî got bi serenava ‘’demokrasiya Tirkiyê ji hêla rejîmeke netewî ya îslamî ve tê tinekirin’ daxuyaniyek da û û got, ‘’Em weke Partîya Pîrate ya Swîsre, em naxwazin ku Hikûmeta Federal a Swîsre bikeve milê Tirkiyê ku demokrasiyê û mafê mirovan binpê dike.’’
Di daxuyaniyê de bal kişande ser êrîşên li ser çapemeniyê û çapemeniyê, girtinan ên li Tirkiyê û got, li gel rexneyên ku li Tirkiyê têne kirin jî her roj gaveke dî jî ji demokrasiyê û mafê mirovan dûr dikeve.
‘KU EM DENG DERNEXIN EM Ê BI OSMANIYEKE NÛ RE HEVRÛ BIBIN’
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Ku em weke Ewropa li dijî tiştên ku li Tirkiyê dibin nebin xweyî helwest û destûrê bidin ku Tirkiye veguhere avaniyeke faşîst a îslamî, di siberojê de em dikarin bi Osmaniyan re hevrû bibin’’
‘LI DIJÎ ERDOGAN DIVÊ PÊKIRINÊ ŞEXSÎ WERIN KIRIN’
Di daxuyaniyê de bang li Konseya Federal a Swîsre hate kirin ku têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re bidin rawestandin û hate gotin, ‘’Hikûmeta Federal a Swîsre ji rajorbûna hiqûqa navnetewî divê referans bigire û li dijî despotîzma Erdogan pêkirinên şexsî bike.’’
‘KESÊN KU DAXWAZE ÎLTÎCAYÊ KIRIN DIVÊ PAŞ VE NEYÊN VEGERANDIN’
Di daxuyaniyê de hate gotin ji ber geşedanên li Tirkiyê kesên ku îltîcayê Swîsreyê dikin, divê di nav van şertan de li Tirkiyê neyên vegerandin û hate gotin, ‘’Em weke partiya Pîrate ya Swîsreyê em ji ewlehiya jiyanê siyasetmedar, nûçegihan, akademîsyenên li girtîgehê di fikara de ne û ji bo vê jî em bang li Konseya Federal a Swîsreyê dikin ku kêferatê bike.’’