NÛ BÛ

Parlementoya Awûstûryayê pêşnûmeya têkildarî ambargoya çekan qebûl kir

Parlementoya Awûstûryayê, pêşnûmeya ambargoya çekan a ji bo Tirkiyeyê qebûl kir.

Hemû partiyên siyasî yên li Parlementoya Awûstûryayê, pêşnûmeya têkildarû mijara pêkanîna ambargoyê ya li ser Tirkiyeyê qebûl kir.

Têkildarî mijarê Parlementera Partiya Keskan Bêrîvan Aslan ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Divê Yekîtiya Ewropa (YE) ne tenê gavên bi tirsnak, divê êdî gavên şênber bavêjin.”

‘BI ÇEKÊN KU WE ŞANDIN MIROV TÊN KUŞTIN’

Aslan diyar kir ku di beşa hincetan a pêşnûmeyê ya têkildarî ambargoya çekan a Tirkiyeyê de, li gel zextên siyasî li dijî Tirkiyeyê bidin meşandin, ji bo welatên ku çek didin Tirkiyeyê ev peyam da: “Binêrin bi çekên ku we şandin mirovan qetil dikin. Em ne tenê dibêjin em bi fikarin, gavên şênber davêjin.”

Aslan, destnîşan kir ku perlementerên li Parlementoya Awûstûryayê pêşnûme îmze kirin, divê ji fikarê û metirsiyê zêdetir êdî gavên şênber bavêjin.

Di hineta pêşnûmeyê de jî bal kişande ser girtina parlementerên HDP’ê û hevserokên şaredariyên DBP’ê û îxlalkirina mafê mirovan. Li vir peyama: “Ji ber vê yekê divê ambargoyekî ya çekan bê pêkanîn. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo welatên din jî bibe mînak.”

Parlementera Keskan Bêrîvan Aslan wiha got: “Bi taybetî ez daxwaz ji YE  dikim ku ne tenê bi fikar û metîrsîdar bin, divê gavên şêber bavêjin. Di wê hêviyê de me welatên din Awûstûryayê mînak bigirin.”

Di nava çekên ku Awûstûryayê difirotin Tirkiyeyê çekên Steyr jî hebû. Bi taybet ev çek ji aliyê yekîneyên tîmên taybet ve tên karanîn. Çeteyên AKP/Qesrê ev çek di berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê de bi kar anîne.