Parlamenterên HDP’ê yekemîn civîna xwe li dar dixin
HDP koma xwe ya herî qerebalix ve encamên hilbijartinê dinirxîne. Ji bo Rêveberiya koma HDP’ê û yek ji destketiyên girîng ji bo Serokwekîltiya Meclîsê wê pêşniyaran bigire.
HDP koma xwe ya herî qerebalix ve encamên hilbijartinê dinirxîne. Ji bo Rêveberiya koma HDP’ê û yek ji destketiyên girîng ji bo Serokwekîltiya Meclîsê wê pêşniyaran bigire.
HDP koma xwe ya herî qerebalix ve encamên hilbijartinê dinirxîne. Ji bo Rêveberiya koma HDP’ê û yek ji destketiyên girîng ji bo Serokwekîltiya Meclîsê wê pêşniyaran bigire.
HDP bi parlamenterên xwe yên hatine hilbijartin ve yekemîn civîna nefermî ya komê li Navenda Giştî ya HDP’ê pêk tîne. Di civîna ku bi serokatiya Hevserokên HDP’ê pêk tê de parlamenterên ku hatine hilbijartin cih digirin. 81 parlamenterên ku hatine hilbijartin ve civîno komê ya herî qerebalix pêk tîne û di civînê de bêhtir dê biryarên ku ji organên têkîldar derketine û plansaziya dema nû bê destgirtin. HDP a ku wê encamên hilbijartinê jî binirxînin ji bo ku di navbera parlamenteran de zimanekî hevpar bê girtin, hevdîtinên koalîsyonê jî wê bên nîqaşkirin. Di civînê de ji bo serokwekîlên komê û yek ji destketiyên girînge serokwekîltiya Meclîsê jî wê pêşniyar bên girtin, piştre jî rêveberiya komê bê diyarkirin.
Beriya civînê parlamenterên ku hatin Navenda Giştî ya HDP’ê pirsên rojnamegeran bersivandin. Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder heqaretên rayedarên MHP’ê yê li dijî HDP’ê nirxand ev tişt anî ziman: “Gotina xerab a xwediyê xwe ye. Heke cidiyeta siyasî ji dest bernedin wê baş be.” Onder bilêv kir ku tevgera Kurd û demokrasiyê ya ev 40 sal in tê krîmînalîzekirin di hilbijartinê de bi serketineke mezin derketiye û nirxandina “Divê li hemberî vê tercîhê rêzdar bin û hezm bikin” kir. Onder diyar kir ku ew ê têkîldarî pêvajoya çareseriyê jî sibehê saet di 11.00’an de li meclîsê daxuyaniyeke bidin û ji bo biçin Îmraliyê jî îro wê serlêdanê bikin.
Parlamenterê HDP’ê Altan Tan jî anî ziman ku ew ji bo rageşiyê neketine meclîsê, berevajî vê yekê ji bo têkoşîna aştî û demokrasiyê hatine meclîsê û di polîtîkayên bi vî rengî de nebin aliyê rageşiyê. Tan der barê heqaretên MHP’iyan jî nirxandina “Divê em nekevin rewşa zarokên hê dibistan venebûye li ber dibistanê pev diçin” kir.
Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim jî di daxuyaniya xwe ya Kurdî de diyar kir ku serketina HDP’ê li ser navê aştî, demokrasî û azadiyan hatiye bidestxistin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca jî li ser gotinên “Wê bi Kurdî sond bixe” diyar kir ku ji bilî axaftin û sondxwarinê bi zimanê fermî divê ji bo zimanên din jî ev derfet bê dayîn.
Parlamentera Stenbolê Huda Kaya jî têkîldarî pirsên li ser turbanê got ku azadiya turbanê konjokturel e, gavên fermî nehatiye avêtin, divê azadiya turbanê bi destûra bingehîn bê misogerkirin.
Parlamenterê Dîlokê Celal Dogan jî diyar ku ew ne xerîbê siyaseta HDP’ê ye û nirxandina “Ez ji nifşê 68’an im. Siyaseta nifşên me yên 68’an siyaseteke ku li ser esasê biratiya gelan hatiye avakirin” kir.