Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bursayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlum Dinç, ji bo bi muwekilê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger serledana parêzeran bê qebûlkirin dê sibê biçin Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Serlêdana parêzeran a roja sêşemiyê bi hinceta "kêştî xirab" hatibû astengkirin.
Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 603 roj berê çûbûn îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 168 caran ji bo biçim Îmraliyê seri li rayedaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin.