Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe careke din serlêdan kirin.

Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm û Cengîz Yureklî yên ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ne,ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan.

19 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê stendin. Parêzer di hefteyê de du caran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdanê dikin. Lê bi awayekî sîstematîk bersiva serlêdanan nayê dayîn. Di hinek rewşan de piştî mehan ji parêzeran re tê gotin ku cezayê dîsîplînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn.

Herî dawîn di 13’ê Nîsanê de hevdîtina bi Abdullah Ocalan hatibû qedexekirin û di 18’ê Cotmehê de piştî ku ev qedexe qediyabû, hatibû diyarkirin ev qedexe şeş mehên din jî hatiye dirêjkirin.