Parêzeran ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya sedsalê, ji bo karibin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin careke din serlêdan kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a bi Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, 39 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ve hate kirin. Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.