Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe careke din serlêdanê kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzer ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd bibînin hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê ne erênî ne jî neyînî nikarin bersivekê werbigirin.

Abdullah Ocalan di nava 12 salên dawî de tenê 5 caran karîbû parêzerên xwe bibîne. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve ku hevdîtina herî dawî ya bi parêzeran re pêk hatibû zêdeyî 4 sal derbas bûne.