Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin careke din serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin careke din serlêdan kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi derve re bi temamî hatiye birîn. Bersivek ji serlêdanan re nayê dayin û carna jî piştî bi mehan ji parêzeran re cezayê dîsîplînê weke hincetê tê nîşandan.