Parêzer Zeytûn: Destgîrtiyên derzagonî êşkence ye

Serokê Şaxa Amedê ya Komeleya ÎHD’ê parêzer Abdûllah Zeytûn diyar kir ku li ser esasê alîkariya hiqûqî ew dikarin alîkariyê bidin hemwelatiyan.

Serokê Şaxa Amedê ya Komeleya ÎHD’ê parêzer Abdûllah Zeytûn têkildarî revandina mirovan a di demên dawîn de got ku, “Bi rêya saziyên wekî ya me, divê kes rewşa xwe bîne ziman û li ser zemîna zagonî û hiqûqî li mafê xwe bigere. Ji ber ku ev destgîrkirinên derzagonî tê wateya êşkenceyê.”

Di salên 1990’î her roj gelek kes dihatin revandin û piraniya wan bi cînayetên ‘faîlî meçhûl’ bi encam dibû. Gelek welatparêz, karker û siyasetmedarên wê demê hatibûn revandin û piştre agahî ji wan nehatibû stendin. Di demên dawîn de bûyerên bi vî rengî dîsa derkete pêş. Herî dawîn li Amedê ciwanê bi Ç.M. di 19’ê Tîrmehê de bi 3 wesayîtan pêşiya wî birîbûn û kesên ku diyar kiribûn ew polîs in, ew li wesayîtê siwar kiribûn û şîddeta fîzîkî li vî ciwanî kiribûn.

Têkildarî van revandinan û em bi Serokê Şaxa Amedê ya Komeleya ÎHD’ê parêzer Abdûllah Zeytûn re axivîn. Zeytûn diyar kir ku mîsogeriya hiqûqî him di warê civakî û him jî di warê kesayetiyê de baş nayê parastin.

‘DESTGÎRKIRINÊN DERZAGONÎ ÊŞKENCE YE’

Parêzer Abdûllah Zeytûn têkildarî vê meseleyê got ku, “Gelek serîlêdanên bi vî rengî li komeleya me tê kirin. Bi taybetî jî xwendekarên zanîngehê pêşiya wan tê birîn û bi awayekî derzagonî tên destgîrkirin û gef li wan tê xwarin. Ev tişt hatiye serê rojnamegeran jî. Ew jî serî li komeleya me didin. Ev ne bûyerên nû ne. Herî dawîn jî ciwanek piştî ku bi awayekî derzagonî hatibû destgîrkirin, piştî gef li wî hatibû xwarin, ev ciwan hatibû berdan. Li gorî Peymannameya Mafên Mirovan a Ewrûpayê, ev destgîrkirinên derzagonî êşkence ye.”

‘DIVÊ BI HIQÛQÊ PARASTINA XWE BIKE’

Parêzer Zeytûn diyar kir ku weke parazvanên mafê mirovan wê alîkariya pêwîst ya hiqûqî ji bo çareserkirina pirsgirêkên hemwelatiyan bikin û wiha domand; “Divê kes li dijî karên ji derveyî qanûnan, li dijî kesên ku xwe weke endamên kamûyê didin nîşandan parastina hiqûqî bikin. Ji bo destpêkirina karên qanûnî li dijî van divê bikeve nava hewldanan. Divê kes piştî van bûyeran mekanîzmayên ku li mafê xwe bigere bi kar bîne. Ev dibe weke şêweyê serlêdana saziyê yan jî weke parvekirina tevna civakî li dijî raya giştî bihistyar be. Divê kes di van bûyerên wiha de dizane mafê wî yê qanûnî heye û kesên dikin jî tu zemîneke hiqûqî yê wan nîne.”

‘DIVÊ KES XWE BÊHÊZ NEBÎNE’

Parêzer Zeytûn têkildarî serlêdanên ji bo bûyerên revandinê jî axivî û wiha got; “Destpêkê em bi kes re li dozgeriyê gilî dikin. Komeleya me ku mafê jiyanê yê kesan diparêze û pêşî li êşkenceyê bire li ser vî bingehî raporan amade dike û ev jî di raporan de xuya dike. Li vir tişta bingehîn divê ew kesê ku êrîş li dijî wî pêk hatî xwe bêhêz û bê parastin nebîne û em dixwazin pêşiya vê bibin asteng. Di van rewşên zehmet de kes dibe ku xwe baş nebîne û divê bizane di van bûyeran de bêceza namîne. Qanûnên heyî û sererastkirinên çêdibin têkildarî sûcdariya endamên kamûyê yan jî yên xwe wiha didin nîşandan bêne parastin lê di nava kîjan şert û mercan de be divê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomîne.”

‘DIVÊ KES LI MAFÊ XWE BIGERE’

Parêzer Zeytûn herî dawî wiha got; “Kesek li gorî lixwegirtinên qanûnî dibin parastina dewletê de ye. Kesên ku vêya binpê dikin kî dibe bila bibe divê were cezakirin. Ji bo vê jî komele, saziyên sivîl ên civakî û baro xwedî mîsyona parastina mafê hemwelatiyen e, ev erka wan e. Di vê çarçoveyê de hemû kesê ku li dijî wî binpêkirin tê kirin divê bi rêya van saziyan rewşa xwe bîne ziman û li gorî qanûnan di her rewşê de li mafê xwe bigere.”