Parêzer Jiyan Tosûn: Ez ji teqîna bombeyî birîndarî filîtim

Parêzer Jiyan Tosûn û Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn ku piştî teqîna li Taksîmê hedef hatin nîşandan û rastî gefan hatin, li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Piştî teqîna li Cadeya Îstîklalê ya Taksîma Stenbolê, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Adem Taşkaya, têkildarî teqînê parêzer Jiyan Tosûn a endama ÎHD’ê hedef nîşan da. Piştî vê hedefnîşandanê, Tosûn bi heqaretan re rûbirû ma. Hedefnîşandana Tosûn li gelek bajaran hat protestokirin.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê têkildarî hedefnîşandana Hevseroka wan Giştî Eren Keskîn û endama wan Jiyan Tosûn bi beşdariya nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.

Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku bi nêzîkbûna hilbijartinê re metirsî zêdetir dibin. Yolerî bal kişand ser hedefnîşandana Tosûn û got piştî ku Taşkaya endama wan Tosûn hedef nîşan daye, gef li Tosûn û hevseroka wan Eren Keskîn hatine xwarin. Yolerî destnîşan kir ku ew ê her rastiyan bêjin û dê parêzvanên mafê mirovan bi tenê nehêlin û rê nedin manîpulasyonan.

TOSÛN: MIN LI QEREQOLÊ BIHÎST

Jiyan Tosun a ku hedef hat girtin diyar kir ku dema ku teqîn pêk hatiye ew ne li Taksîmê bûye û dema ew bi du muwekîlên xwe yên ji Sûriyeyî re li baxçeyê çayê yê Kuçukçekmeceyê rûdiniştin, telefonî wê hatiye kirin û kesên ku telefonî wê kirine jê re qala teqînê kirine. Tosun wiha got: “Min ji kesên ku telefon dikirin re got ku ez li buroyê nesekinîm û rewşa min baş e. Kesê ku ev axaftin bihîstiye, li ser min raporek amade kiriye. Ez vê rewşê li qereqola polîsan a ku ez çûm ji bo ku ji muwekîlên xwe re piştgiriya hiqûqî bikim hîn bûm.”

‘DOZGER GILÎKIRINÊ NEGIRT’

Tosun da zanîn ku ji Eren Keskîn hîn bûye ku di saetên êvarê de hatiye hedefgirtin û destnîşan kir ku di cih de ji qenalên medyaya dîjîtal heman demê dest bi peyaman û bangên gefxwarinê kirine. Tosun di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Bûyerê ez tirsandim. Telefonên ferdên malbata min belav kirin. Telefona biraziyê min ê 16 salî dîtin û bi gotina 'Tu bombebar î, tu yê bê kuştin’ gef li wî xwarin. Ev agahî tenê ji saziyên fermî hemû agahiyên min ên şexsî hatin girtin, gazî xaltiya min û gelek xizmên min kirin. Her wiha Eren Keskîn Di hevdîtina ku bi dozger re kir de dozger dibêje 'Biçe qereqolê'. Min jî anî ziman ku min berê jî ev yek dîtiye. Dozger, gilîkirina min negirt. Gilîkirina parêzerek jî nehat girtin. Ji duh êvarê ve gef û heqaretên bêhesab li me tên xwarin. Tundiya derûnî li me hat kirin. Ez ji teqîna Enqereyê birîndarî filîtim. Ew jî vê dizanin. Lê belê hedefnîşandan û reşkirin tişta ku ew herî baş pê dizanin.”

SEROKA BAROYÊ NEBÛ ALÎKAR

Tosun parve kir ku piştî hedefgirtinê telefonî Seroka Baroya Stenbolê Fîlîz Saraç kiriye û got ku wî alîkarî nedaye wê û xwedî lê derneketine. Tosun ev rewş weke "şermê" bi nav kir.

EMNIYETÊ AGAHÎ BELAV KIRIN

Parêzera Tosûn, Jiyan Kaya jî axivî û da zanîn dozger serlêdana wan negirtiye. Kaya anî ziman ku agahiyên şexsî yên aydî Tosûs ji aliyê polîsan ve li ser hesabên medyaya dîjîtal hatine belavkirin û got: "Taşkaya jî destnîşan kir ku berê jî agahî ji hesabên telegramê yên polîsan girtiye. Em difikirin ku ev rewş ji aliyê polîsan ve hatiye destpêkirin." Kaya da zanîn ku polîs hewl dide îfadeya wê bigire û piştî ku Suleyman Soylu parve kir ku gumanbar hatiye girtin, ji dozgeriyê serlêdana wan girtiye. Jiyan Kaya wiha got: “Me duh êvarê îfadeya xwe da. Em danê sibehê dîsa çûn û me parastin xwestin. Lê belê me dît ku danûstandin hîn jî nehatine kirin. Em bang li dozger dikin ku bi erka xwe rabe. Heke tiştek were serê Tosûn polîs û dozgerên ku îfadeya me negirtin berpirsyar in.” Her wiha Kaya diyar kir ku ewlehiya canê muwekîlê wî Tosûn di xeteriyê de ye û ji bo ev rewş ji holê rabe divê walîtî daxuyaniyekê bide.

JI KESKÎN BANG

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî tiştên ku ji duh ve diqewimin û salên 90'î dan ber hev. Keskîn anî ziman ku ew bi Tosûn û Kaya re di heman buroyê de dixebitin û wiha got: “Adem Taşkaya kesekî ku bi îstîsmara keça xwe û gelek sûcên hovane re têkildar e.” Keskîn diyar kir ku gelek kes ji ber parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal hatine girtin, lê tiştek bi Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû nehat

Keskîn got: "Di nava dewletê de xwedî hêz in. Wekî din nikarin dereweke bi vî rengî bi awayekî serbest belav bikin. Em mirovên beriya niha di warê mafên mirovan de mexdûr bûne. Ji duh êvarê û vir ve bi sedan hejmarên vekirî gefan li me dixwin. Ji hejmarên xwe telefon dikin. Ev dewleteke çawa ye? Dewlet li ku ye? Dewlet tenê li dijî me ye? Em bang li Walîtiya Stenbolê dikin. Divê Walî û Soylu demildest daxuyanî bidin. Nûçe derew in, ez bang li maseya 6 partiyan dikim ku xwedîgiravî pir demokrasîxwaz e, bila daxuyaniyê bidin."

‘EV OPERASYONEK DEWLETÊ YE’

Keskîn wiha got: “Ev operasyona dewletê ye. Hemû agahiyên nasnameya Tosun gelek caran ji min re hatin şandin. Gelo dikarin van belgeyan ji ku derê bigirin? Ev operasyonek emniyetê ye. Wezareta Dadê ji rewşek muhtemel berpirsiyar e. Divê ew ewlehiya me misoger bikin.” Keskîn anî ziman ku Taşkaya yê ku hedef nîşan daye banga tundiyê ye û daxwaza girtinê kir û xwest Taşkaya bê girtin.