Lîderê Caferiyan ê Tirkiyeyê Şêx Selahattîn Ozgunduz got: “Ez gotina ‘HDP partiya terorê ye’ rast nabînim. Li vî welatî vê partiyê 6 mîlyon deng girtiye, hûn îdîa dikin ku li vî welatî 6 mîlyon terorîst hene?”
Lîderê Caferiyan ê Tirkiyeyê Ozgunduz di nimêja Înê ya li Mizgefta Zeynebiye ya Halkaliyê de hilbijartinên parlamenteriyê yên Tirkiyeyê nirxand.
Ozgunduz diyar kir ku di rêveberiya welat de bi hev re biryar girtin, pêşxistina çanda rêveberiyê, girîng e û wiha got: “Li gorî min hilbijartinek baş bû. Ya xerab pêk nehat. Ji vir şûn ve jî hêviya min ev e ku welatê me bêhneke rehet bigire. Di vî alî de ez difikirim ku encameke xerab tine. Lê lîderên partiyên me di alî jiyana bi hev re, biryargirtina bi hev re û neteweyên din qebûlkirinê de, divê çanda rêveberiyê bide rûniştandin. Divê kes nebe xwedî fikra ev welat ê min e, divê kes nekevê, an em ê jî bêjin ev welat yê me ye, ev welat zêde zêde yê me ye. Lê em çima bikevin nîqaşê. Ev welat ê her kesî ye. Ez danîna xetên sor rast nabînim. Ez aşkera dibêjim. Ez gotina ‘HDP partiya terorê ye’ rast nabînim. Li vî welatî vê partiyê 6 mîlyon deng girtiye. Gelo hûn îdîa dikin li vî welatî 6 mîlyon terorîst hene. We duh digot çekan deynin, wan jî danîn û hatin. Nehatin provokasyonan. Her tişt dan ber çavan. Her hatibin divê ti hembêza xwe vekîr.”
HER KURD BI QASÎ HER TIRKÎ XWEDÎ VÎ WELATÎ YE
Ozgunduz bal kişand ser hiqûqa jiyan û biratiya bi hev re û wiha berdewam kir: “Her Kurd bi qasî Tirkan, bi qasî Çerkez, Lazan xwediyê vî welatî ye. Kurd li gorî yên din zêdetir birayên me dostên me ne. Em li heman erdnîgariyê jiyan. Me keçên xwe dane hev û din. Ger li welat dijminahî bê kirin, wê welat zerarê bibîne. Dibêje min çek daniye û ez dixwazim bi hev re vî welatî bi rê ve bibim. Nayê lîstikên emperyalîzmê. Ji ber vê divê xwedî lê bê derketin. Kî li pey xwîna birayên xwe be ew ji emperyalîzmê re xizmetê dike.”