Onder: Pêvajo dê piştî vekişînê destpê bike
Onder: Pêvajo dê piştî vekişînê destpê bike
Onder: Pêvajo dê piştî vekişînê destpê bike
Parlamenterê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder diyar kir ku, vekişîna gerîlayan dê din ava 8-10 rojan de bi awayekî fîîlî destpê bike. Onder got: “Dê vekişin, lê pêvajo ji vir şûnde dest pê dike.
Siri Sureya Onder ji nûçegihanê rojnameya Huriyetê Faruk Balikçi re axivî û ji bo kesên ku ji pêvajoyê bê hêvîne re got: “Ev bi hêvîme ku pêvajo pêşve biçe. Lê di rêbaza kesên hêviya wan tuneye de pirsgirêk heye. Kesên ji pêvajoyê bê hêvîne, li hember hêzên xwe yên rewa û li hember xwe bê bawerin û kêmasiyên wan hene.
Onder ji bo pirsa ‘Qendîl ji aştiyê bi hêvîye an na? jî wiha got: “Ez bi hemû nûner û saziyên jin-mêr yên Qendîlê re hatim cem hev. Bersivek tenê ya pirsekê heye. Rêbaza hêviyê. Wan ji zûde ji repertuara xwe dûr xistine. Hêvî baweriya bi rizgariyê ye. Tu carî ne esntrumana têkoşîna siyasî ye. Bi baweriyeke mezin nêzî pêvajoyê dibin. Tişta ku qada cemawerî nabîne jî eve. Ew ne şoreşgerên leşkerîne. Her yek xwedî taybetiyeke ku dikarin jiyaneke nû înşa bikine.”
Oner di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Gerîla dê vekişe lê ji vir şûn de pêvajoy destpê bike. Ji ber vê jî pêvajo çend pêngave, wî dê çi bikira? Wê dê çi bikira, dê bi çekan vekişin, protokol dê bihata îmzekirin? Ev hemû pirs û nîqaşên kesên ku mesele fêm nekirine ye. Daxwaza çek ji dewrê derxistin, bi vekirina qadeke bê asteng ya siyaseta sivîle. Ev çiye? Partîkullên qanûna Mussolonî derxistine. Ji ber ku siyaseta sivîl mîtîngê çêdike. Civînê çêdike. Ev çiye? Rakirina bendeva ji sedî 10 a hilbijartinê ye. Siyaseta sivîl dixwaze ku bikeve hilbijartinan û bê temsîlkirin.”
Onder da zanîn ku, vekişîna PKK’ê wî nade nîqaşkirin û got: “Ev ji bo pêkanîna pêşniyara Ocalan tiştekî gelek di cih de ye. Vekişîn bixwe nayê nîqaşkirin. KCK jibo pêşniyara Ocalan bi hêz bike û bike jiyanê hêz û îradeyek mezin danîne holê. Ligorî texmînên min dê din ava 8-10 rojan de gerîla bi awayekî fîlî dest bi vekişînê bike.
Onder li pirsa ‘piştî vekişiyan şûnde dê çi bibe? jî wiha got: “Dê bernameyê di derbarê temamkirina kêmasiyên pratîk yên siyaseta sivîl ên bi heybet ku di nava wan de dê kadroyên KCK’ê hebin pêk were.”