Onaran: Jinên girtî yên nexweş rewşa wan ne baş e

Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran, bal kişand ser vî tiştî ku jinên girtî yên nexweş di şertên giran de dijîn.

Li gorî daneyên dawîn ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 357 heb jê giran, bi giştî 25 hezar girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyên nexweş 86 jê jî, jin in.

Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê Hatîce Onaran got ku, “Rewşa girtiyên jin ên nexweş, ji girtiyên din cihêtir e. Em dizanin ku bi zimanekî mêrane nêzî jinan tê kirin. Ji ber vê jî jinên girtî, gelekî ditengijin.”

‘DIXWAZIN RÛMETA WAN BIŞKÎNE’

Onaran diyar kir ku dema jin dixwazin biçin nexweşxaneyê jendirme û gardiyanên mêr wan kontrol dike û got, “Dema ku jin regl dibin û êşa wan zêdetir dibe, sewqa wan nayê kirin. Di dema reglê de, gelek pêdiviyên wekî pedan nayên bicihanîn û hewl tê dayîn rûmeta jinan were şikandin. Di lêgerînan de jî alavên taybet ên jinan li holê tên komkirin û dixwazin jinan rencîde bikin.”

Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran bang li Wezareta Edaletê û ya Tendirustiyê kir ku, divê girtiyên nexweş ên rewşa wan giran, serbest werin berdan.