Olûç: Li welat zêdetirê 30 milyon kes di nava xizaniyê de ne

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç bal kişnade ser hilweşîna aborî ya ji ber desthilatiya AKP-MHP’ê û got; “Li Tirkiyeyê zêdetirê 30 milyon kes di nava xizantiyê de dipirpitin.”

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç li Meclisê civîn li dar xist.

Di rojeva Olûç de nîqaşên têkildarî makeqanûnê û krîza aborî hebû. Olûç, destpêkê bal kişande ser çalakiya berdana kar a kedkarên perwerdeyê û da zanîn ku ew bi kedkaran re ne.

HILWEŞÎNA ABORÎ

Olûç di dewamê de anî ziman ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe ya Meclisê de qala modêla aboriyê ya nû kiriye û ev nirxandin kir: “A yekemîn; ÎTO’yê duh daneyên enflasyonê yên cotmehê parve kirin û rêjeya enflasyonê weke ji sedî 109 ragihand. TUÎK jî dê sibe aşkera bike lê ji bo meha din weke ji sedî 83 aşkera kiribû. Lê daneyên ÎTO’yê her tim ji yên TUÎK’ê jêbawertir in. Bi rêjeya ji sedî 109’ê re rekora 27 salan hat derbaskirin. Li gel ku hewl didin rêjeya enflasyonê daxînin lê tevî vê yekê jî li ser hev rekoran derbas dike. Gotineke wan gotina din nagire. Nûrettîn Nebatî dibêje; ‘em enflasyonê mîna yên cîhanê fêm nakin.’ Erê rast e ji ber ku enflasyona welat 10 qat ji ya asta navgîniya cîhanê zêdetir e.

Nûrettîn Nebatî dibêje ‘modêla aboriyê ya Tirkiyeyê di rojeva cîhanê de ye.’ Bi rastî jî ev modêla îbret di rojeva cîhanê de ye. Yanî hemû kes ji bo ku modêla aboriya wan neşibe ya Tirkiyeyê xistine rojeva xwe. Xuyaye ku Nebatî bandor li Serokê Giştî yê AKP’ê jî kiriye. Wî jî gavek berê digot modêla wan a aboriyê bi serkeftî didome. Gelo birêz Erdogan tu qala çi dikî? Hûn gel dixapînin.

Kêmatiya bûdçeyê, kêmatiya carî û kêmatiya bazirganiya derve li ser hev rekoran dişikîne lê hûn modêla aboriyê ya xwe dispêrê vê gelek serkeftî dibînin. Ev rast nîne, hûn reqemên xelet bi gel re parve dikin û gel dixapînin. Anku ev bû demekî zû ku modêla aboriyê têk çûye. Mîna çîroka we ya mezinbûnê ye. Xuya dibe bê ka kî dewlemend dibe. Karker, kedkar û hwd. dewlemend nabin. Demekî nêz berê TURK-ÎŞ’ê ragihand ku sînorê birçîtiyê yê malbateke ji 4 kesan pêk tê 7 hezar û 425 lîre ye. Hûn nikarin xwe bigihînin vî sînorî jî. Zêdetirî 10 milyon kes bi mûçeyê kêm debara xwe dikin. Li gel 10 milyon kesên teqawidbûyî û bêkaran, niha li Tirkiyeyê zêdetirî 30 milyon kes birçî dijî.

‘YEK JI 5 DEWLETÊN HERÎ ZÊDE OTORÎTER BÛYÎ’

Tenê çîrokên aboriyê nayên vegotin, her wiha yên demokrasiyê jî hene. Enstîtûya V-DEM’ê rapora Zanîngeha Goteborg û Notre Dame yên Swîsreyê parve kir ku li zêdetirî 200 welatan lêkolîn hatiye kirin. Li gorî vê rapora sala 2022’yan, yek ji 5 dewletên herî zêde otorîter bûyî yek jî Tirkiye ye. Di lîga demokrasiyê ya cîhanê de Ruanda û Bangladeşê jî Tirkiye derbas kir û di nava 10 salên dawî de yek ji dewletên herî antîdemokratîk e.

GUHERTINA DESTÛRA BINGEHÎN

Serokê Giştî yê AKP’ê di civîna koma partiya xwe de qala destûra bingehîn kir û got ku amadekariyên wan ber bi dawiyê ve diçin. Dema nîqaşa vê ji destpêkê ve hatî kirin, me helwesta xwe aşkera kiribû. Heke ji bo rakirina qanûnên ku laçikan qedexe dike de be, tu gazincên me nînin. Heke hûn bixwazin vê mijarê ne bi guhertina di qanûnê de lê bi guhertina destûra bingehîn pêk bînin, wê demê hûn neçarin ku têgehên herî xurt ên ku hemû nasname, bawerî û çandan di destûra bingehîn de qebûl dike bi kar bînin. Nexwe dê kêm bimîne. Heta ku ev nebe jî tu bawerî bi wê destûra bingehîn nabe. Anku bila hemû nasname, çand û bawerî wekî hev bin. Nêzikatiya me ev e. Ji bo ku ev hewldan pêbawer be, divê li ser esasê wekheviya jin û mêran be. Nexweş hemû hewldan vala ne û jênebawerin.”