NY'yê delîlên qirkirina Êzîdiyan berhev dike

Ekîbeke lêpirsînê ya taybet a NY'yê delîlên têkilî sûcên qirkirina Êzîdiyan a bi destê çeteyên DAÎŞ'ê berhev dike. Berpirsê hin ji van sûcan hate tespîtkirin.

Lêpirsîna edlî ya NY'yê ya têkilî sûcên li ser Êzîdiyan ku bi destê çeteyên DAÎŞ'ê pêk hatî, qirkirinê piştrast dike.

Şefê lêpirsînê Kerîm Xan li Konseya Ewlehiyê ya NY'yê axivî, diyar kir Unîtadê, Ekîba Lêpirsînê ya Taybet a NY'yê gotiye, ''Derheqê qirkirina li ser koma dînî Êzîdiyan a ku bi destê DAÎŞ'ê hatî kirin, delîlên aşkere hene ku mirov qanih dikin.''

Ekîbê 18 jê payebilind 1444 berpirs tespît kirin. Navê wan nehate aşkerekirin.

Nadîa Mûrad, mexdûra qikirinê jî li Konseya Ewlehiyê ya NY'yê axivî, got, ''DAÎŞ'ê qet xwe veneşart. Biryarname derxistin, ji bo muzadeya jinên Êzîdî pirtûkên destan hazir kir û ev muzayede hê jî li ser înternetê tê kirin.''

Murad her wiha got hê jî 2800 jinên Êzîdî di dest çeteyên DAÎŞ'ê de ne. 

Kerîm Xan jî diyar kir DAÎŞ'ê derheqê van sûcan, ''gelek şop li pey xwe hiştine.''

Ekîba lêpirsînê dosyaya komkujiyê ya li kampa Speîcherê ya li Tîkrîtê temam kir. Têkilî vî sûcî ya Hezîrana 2014'an 20 berpirsên payebilind hatin tespîtkirin. Bi kêmanî 875 xwendekarên dibistana hewayî û leşker hatibûn qetilkirin, cesedê wan di 11 gorên komî de hatibûn dîtin.

Têkilî sûcên li ser Xiristiyan, Kakayî, Şabak, Tirkmen û komên Sinî jî dosya hatin vekirin.

Kerîm Xan her wiha diyar kir têkilî bikaranîna çekên kimyewî jî lêpirsîn dane tespîtkirin. Li gorî rapora NY'yê çeteyên DAÎŞ'ê li zanîngeha Mûsilê çeka kimyewî bi kar anîne.