Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 114’emîn de didome

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 114’emîn de berdewam dike.

EMÎNE ŞENYAŞAR

Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar ji bo darizandina kujeran û kurê wê yê girtî serbest bê berdan li Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû û niha li Enqereyê didomîne. Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 114’emîn de didome. Emine Şenyaşar di çalakiya xwe de got:"We malbatek di nexweşxaneyê de qetil kir. Hûn çi dixwazin?"

Li aliyê din jî çalakiya Sevînç Çakir ku kurê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatibû girtin, jî di roja 35’emîn de berdewam dike.