Newroz li Stockholm, Strasbourg û Toulouseyê hate pîrozkirin

Newroz li paytexta Swêd Stockholmê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pîrozkirin. Li bajarên Strasbourg û Toulouse yên Fransayê jî pîrozbahiyên girseyî hatin lidarxistin.

Pîrozbahiya Newrozê ya li paytexta Swêd Stockholmê bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat û berxwedêrên greva birçîbûnê hate silavkirin.

Nûnerên partiyên Swêd û Kurdistanê û rêxistinên civakî yên sivîl axivîn û bal kişandin ser girîngiya piştgiriya ji bo çalakgerên greva birçîbûnê.

Parlamenterê Partiya Çep a Ewropayê Malin Bjork rexne li Yekîtiya Ewropayê kir ku bi têrkerî nerazîbûnê nîşanî AKP û Erdogan nade ku mafên mirovan binpê dikin.

Bjork anî ziman, berxwedêrên greva birçîbûnê ku di navbera jiyan û mirinê de ne û bi bîr xist, wan beriya niha bang li Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom kirine.

Bjork diyar kir ku ew dixwazin PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorîst' were derxistin û got, wê heta dawiyê piştgiriyê bidin têkoşîna Kurdan.

Parlamenterê Partiya Çep Daniel Riazat jî bi bîr xist ku tevî rêvebera Partiya Çep Yekbûl Alp ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan 3 rojan bi rengekî sembolîk ketin greva birçîbûnê.

Riazat destnîşan kir, piştgiriya wan a ji bo Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê ku şervanên azadiyê ne, wê bidome.

Ayşe Goktepe bi navê Yekîtiya Jinan a Sara axivî û got, "Ewladên gelên Kurdistanê îro ji bo mirovahiyê bedena xwe dane ber mirinê û dihelin. Em xwedî li berxwedana wan derdikevin."

Di pîrozbahiyê de Koma Mezopotamya, Hevserok Ayagtin, Gursel, Mem û Zîn, Hesen Şerîf, Yelda û Ozan Aydin hunera xwe pêşkêş kirin.

STRASBOURG

Yek ji qadên pîrozbahiya Newrozê yên li Ewropayê, bajarê Strasbourgê bû ku 98 roj in berxwederên bêdem û bêdorveger didome.

Bi sedan Kurdên ji herêmên Alsace û Lorraineyê tevlî pîrozbahiyê bûn ku li Parc de I'Etoileyê ya li Şaredariya Bajarê Mezin a Strasbourgê pêk hat.

Xelîl Xemgîn, Zarîfe Zerrîn, Koma Dengê Mezopotamyyaê û koroya zarokan a Koma Hêja ya Saint-Avold derketin ser dikê.

TOULOUSE

Li bajarê Toulouse yê Fransayê Newrozê pîroz kir û Beçet, Gezen û Şakar hatin bîranîn.

Qiskeran bal kişandin ser siyaseta gemarî ya Erdogan û gotin, CPT jî beşek ji vê siyaeta qirêj e.