Newroz li gelek bajarên Swîsreyê hate pîrozkirin

Newroz li bajarên Solothurn, Zurich, Lozan, St. Gallen û Bernê yên Swîsreyê hate pîrozkirin. Di çalakiyan de ji bo berxwedana grevên birçîbûnê banga xwedîderketinê hate kirin.

Newroz li bajarên Solothurn, Zurich, Lozan, St. Gallen û Bernê yên Swîsreyê hate pîrozkirin. Di çalakiyan de ji bo berxwedana grevên birçîbûnê banga xwedîderketinê hate kirin.

ZURICH: Meşa bi meşaleyan bi pêşengiya Platforma Ciwanan a Zurichê li meydana 1'ê Gulanê dest pê kir û Newroz hate pîrozkirin. Di meşê de pankarteke mezin a ji wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê, posterên Ocalan û alên PKK'ê hatin hildan. Girseya gel piştî ku li navenda bajêr meşiya li meydana 1'ê Gulanê vegeriya û Newroz li qadê pîroz kir.

LOZAN: Meşa bi meşaleyan a li Lozanê jî ji qada Park de Montbenonê dest pê kir û girsey agel heta meydana Riponneyê meşiya. Li qadê agirê Newrozê hate dadan û Newroz hate pîrozkirin. Bi navê  Solidarités Noémie Rentsch, bi navê partiya Parti Socialiste Nicolas Rochat Fernandez, bi navê POP David Payot û bi navê les jeunes POP (Ciwanên POP) adına Lucas Schalbetter li pîrozbahiyê axivîn. Qisekeran diyar kirin ku ew her tim piştgiriyê didin gelê Kurd.

ZURICH: Kurdistanî û dostên wan ên li Helvetiaplatzê li hev civiyan, bi meşaleyan meşiyan. Di meşê de ji bo xwedîderketina li berxwedêrên greva birçîbûnê dirûşm hatin qîrîn. Nûnerên partiya çep û rêxistinên jinan ên Swîsreyî tevlî meşê bûn. Çalakger piştî meşê li Helvetiaplatzê vegeriya, agirê Newrozê dada û Newroz pîroz kir.

ST. GALLEN: Li meydana St. Leonnard a bajarê St. Gallenê zêdeyî 300 kes li hev civiyan û bi meşaleyan meşiyan. Girseya gel piştî meşa li nava bajêr li meydana St. Leonnardê vegeriya û agirê Newrozê dada.

BERN: Li konê Newrozê yê li meydana Schutzenmatteyê pîrozbahiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de li ser şoreşa Rojava agahî hate dayin. Vengê Destar û Koma Lelo jî hunera xwe pêşkêş kirin.