NCDK a Welsê hat vekirin

Li bajarê Wels ê Awûstûryayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hat vekirin.

Ji bo merasîma vekirinê Alîkarê Şaredarê Welsê Gerhad Kroîss, endamê Meclîsa Şaredariyê Klaûs Hoflehner, Berpirsyara Ahengiyê ya Şaredariyê Claûdîa Glossl, endama Melcîsa Şaredariya Marchtrenkê û Berpirsyara Çandê Heîdî Straûss, Şefê Saziya Peydakirina Kar a Traûn Karl Steînînger û gelek kesên din hatin vexwendin.

Rêveberên NCDK'ê bi kincên gelêrî yên Kurdî mêvan pêşwazî kirin.

Waliyê Eyaleta Awûstûrya Jorîn Dr. Josef Puhrînger jî mesajek şand û diyar kir, ji ber rojeva zêde ew nikare tevlî merasîma vekirinê bibe, lewma gelekî xemgîn e. Dr. Puhrînger anî ziman, ku ew dixwaze di rojên pêş de beşdarî bernameyeke fitarê bibe.

Alîkarê Şaredarê Welsê yê ji FPO Gerhard Kroîss û Hevserokên NCDK a Welsê Dondu Çoban û Osman Bozkûrt qûrdeleya vekirinê birîn.

Hevseroka NCDK'ê Dondu Çoban piştre li ser armancên navenda xwe axivî. Çoban diyar kir, wê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd di demeke nêz de qursên A1 û A2 ê zimanê Elmanî destpê bikin û bi saziyên civakî yên sivîl re jî wê peşbirkên cihêreng ên sporê bên lidarxisitn. Çoban da zanîn, ew ê hewl bidin ji pirsgirêkên civakî, çandî û siyasî yên li herêmê re bibin bersiv.

Alîkarê Serokê Însiyatîfa Dijberiya Faşîst a li Welsê û rojnamevan Thomas Rammerstorfer di merasîmê de li ser dîroka Kurd û Kurdistanê pêşkêşiyek kir.

Rammerstorfer di dewama axaftina xwe de bal kişand ser zext, zordarî û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd û ragihand, dewleat Tirk dixwaze HDP'ê bigire û parlamenteran ceza bike.

Alîkarê Şaredarê Welsê Kroîss jî da xuyakirin, ku ew gelekî kêfxweş in ji ber ku li bajarê wan saziyeke bi vî rengî hatiye vekirin û diyar kir, ew ê destekê bidin xebatên vê saziyê. Kroîss ragihand, di destpêkê de weke şaredariyê ew ê ji bo qursa ziman a li navenê, alîkariyê bikin.

Piştî axaftinan mamosteya govendê Dîlan Dersîm, lîstika Fadikê ya Dersîmê û çanda Kurd a herêmî da nasandin. Dûre Memo Navdar derket ser dikê û beşdaran li ber stranên wî govend gerandin.

Tevî ku Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Welsê nû vebûye jî, zêdeyî 200 kes ji niha ve bûne endam. Li vê navendê qursa ziman, perwerdeya govendê ji bo zarokan tên lidarxistin û her roj sifreya fitarê tê amadekirin.

...