NAV-DEM xwe ji bo kongreya 3. a asayî amade dike

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) xwe ji bo kongreya 3. a asayî amade dike.

Kongre wê bi şiyara "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu", "Bi paradîgmaya neteweya demokratîk ve em saziyên xwe û xwe bi rêxistin bikin" roja 29'ê Gulanê li bajarê Elmanya Kolnê were lidarxistin.

Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç, li ser amadekariyên kongreyê û modela nû ya rêxistinbûyînê ji ANF'ê re axivî.

Koç da xuyakirin, ku xebatên wan ên ji bo ji nû ve birêxistinkirina xebatên xwe yên saziyî û rêxistinî, demeke dirêj e tên kirin û got, "Di vî warî de me hin encam bi dest xistin. Lê belê bicihanîna van encaman, hînê weke erkekê li pêşiya me ye."

'DIVÊ EM KARIBIN BERSIVÊ BIDIN HER ŞÊWE PIRSGIRÊK Û PÊDIVIYÊN GEL'

Koç diyar kir, ew ê di kongreyê de modelên rêxistinbûyîna nû nîqaş bikin, rê û rêbazên bicihanîna wê binirxînin û got, "Divê em Meclîsên Gel ên Demokratîk weke forma bingehîn a rêxistinî ya têkoşîna me ya azadiya civakî û neteweya demokratîk binirxînin û li gorî vê rolê ava bikin, bimeşînin. Pêwîste em asteke meclîsan bafirînin ku gelê me bi vîna xwe tevlî bibe û bersiv ji her şêwe pêdiviyên gel re bê dayîn."

Kongre wê di 29'ê Gulanê saet di 10:00 de li Evanthalle 2000, Schlodderdicher Weg 48/ Bergisch- Gladbach'ê bê lidarxistin.