Muslîm ji bo koma Partiya Çep Efrîn vegot

Nûnerê Karê Derve yê TEV DEM’ê Salih Muslîm ê li Meclîsa Federal a Elmanyayê bi koma Partiya Çep re hate ba hev, berxwedana gelê Efrînê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Efrînê vegot.

Nûnerê Karê Derve yê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV DEM) Salih Muslîm ê ji duh ve li paytexta Elmanya Berlînê hevdîtinan dike, îro jî li meclîsa federal bi parlemeterên koma Partiya Çep re hevdîtin pêk anî. Civîna ku ji aliyê Parlementera PArtiya Çep Evrîm Sommer ve hate lidarxistin nêzî 30 parlemeter û endamên koma xebatên navneteweyî ya ya Partiya Çep tevlî bûn.

Nûnerê Rêveberiya Rojava ya Elmanya Dr Mesûd Hesen ê tevlî civînê bibû, Muslîm têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bûyerên li herêmê diqewimin ji parlemeteran re vegot.

Muslîm bal kişand ku li Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyeyê hemû kêmenetew û pêkhateyên çi di aliyê ol û çi jî mezhebî de ji bo bi hev re bijîn têkoşînê dike. Muslîm destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrîşkirina ser Rojava re sîstema nû ya ku hemû gel bikare bi hev re bi aştiyane bijî dike hedef.

PARTIYA ÇEPGIR: PIŞTEVANIYA JI BO EFRÎNÊ WÊ DEWAM BIKE

Muslîm bal kişand li ser gumanên cidî yên bikaranîna çekên kimyewî yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li Efrînê hatine bikaranîn û di serî daxwaz ji Elmanya û welatên Ewropa kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwest bin.

Muslîm got ku çapemeniya Tirk bûyerên li Efrînê berojavî dike û wiha got: “Çapemeniya Tirk ne çavkaniya rast ya nûçeyane, çapmeneiya Tirk bi nûçeyên derew-ne rast raya giştî manîpule dike.” Muslim banga bihêzkirina piştevaniyê li koma Partiya Çepgir jî kir.

Di civinê de Alîkarê Serokê Koma Partiya Çepgir Heîke Hendel jî axivî û got ku weke partî emê piştgiriyê bidin Efrînê û ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk wê beşdarî çalakiyan bibin.

Li aliyê din bersivnedayina daxwaza hevdîtinê ya heyeta Rojava ji aliyê partiyên hikûmetê ve Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) û Partiya Demokratên Sosyal (SPD) bal kişand. Duh çapemeniya Elman eleqeyek mezin nîşanî daxuyaniya çepemeniyê ya Muslim da. Muslîm heya niha ji gelek saziyên çapemeniyê yên Elman re axivî û bûyerên li Efrîn û agahî dide.