MUB: HDP'ê serketineke dîrokî b dest xist, em pîroz dikin
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn serketina HDP'ê pîroz kir û got, "Gelên Tirkiyeyê bi encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê re nefes stendine û bûne temînata jiyaneke demokratîk."

Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB), der barê serketina HDP'ê ya de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
'RÛYÊ WAN Ê RASTÎ KIFŞ BÛ'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku HDP bi derbasbûna ji benda ji sedî 10'an re serketineke dîrokî bi dest xistiye û hat gotin, "Di tevahiya rêveçûna pêvajoya hilbijartinê de, di serî de Serokkomar Erdogan hikûmeta AKP'ê, komên nîjadperest, paşverû û faşîst, ji bo pêşî li pêşketina gelan bigirin serî li her rê û rêbazên êrîşan dane."
MUB'ê da xuyakirin ku tevahiya cîhanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn bi komployên di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de hatin kirin re dîtine ku kî aştiyê, kî jî şer dixwaze û got, "Gelên Tirkiyeyê di aştî, azadî û demokrasiyê de israr kirin û rûyê rastî yê bazirganên ol kifş kirin."
'WÊ JI ROJHILATA NAVÎN RE BIBE MÎNAK'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser gotinên Erdogan û hikûmetê yên înkar û hedef nîşandanê û hat gotin, "Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de gelan, zîhniyeta dîktatoryal a Erdogan sekinandine. bi vî rengê gelên Tirkiyeyê bi encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê re nefes stendine û bûne temînata jiyaneke demokratîk. Ev çiqasî ji provokasyonan were parastin, wê eqasî gelên Tirkiyeyê li dora hev bicivin. Her wiha wê ev aştiya ku hatiye mezinkirin, ji tevahiya Rojhilata Navîn re bibe mînak.
Her wiha hewldana gelê Suryanî-Asûrî-Aramî-Keldanî ya ji bo serketina HDP'ê, bi daxwaza azadiyê ya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn re bûye yek û veguheriye hêzeke mezin. Êdî gel bi tenê û ji hev cuda nînin. Dengê wan bêhtir derdikeve, rengê wan bêhtir derdorê dixemilîne û hêviyên wan bi berdêl û keda mezin, bi xwîna şehîdan jiyaneke hemdem ava dike."