Mogherînî, HDP pîroz kir

Nûnera Bilind a Polîtîkaya Ewlekariyê û Karên Derve ya YE Federîca Mogherînî, bi rêya telefonê li Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş geriya, serketina di 7’ê Hezîranê de pîroz kir û keyfxweşiya xwe anî ziman.

Nûnera Bilind a Polîtîkaya Ewlekariyê û Karên Derve ya YE Federîca Mogherînî, li Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş geriya, serketina di 7’ê Hezîranê de pîroz kir û keyfxweşiya xwe anî ziman.

Di daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê de hat gotin, “Nûnera Bilind a Polîtîkaya Ewlekariyê û Karên Derve ya YE Federîca Mogherînî bi rêya telefonê li Hevserokê me yê Giştî Birêz Selahattîn Demîrtaş geriyaye, ji ber serketina di 7’ê Hezîranê de ew pîroz kiriye û keyfxweşiya xwe aniye ziman. Her wiha Birêz Mogherînî ragihandiye ku di serdana rojên pêş ên Tirkiyeyê de dixwaze bi Birêz Hevserokê me yê Giştî re hevdîtinê pêk bîne.”