MLKP: Dayê Guzel Şahîn nemire

MLKP’ê têkildarî dayîka şemiyê Guzel Şahînê daxuyaniyek weşand.

MLKP’ê têkildarî dayîka şemiyê Guzel Şahînê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Dayê Guzel di tarîtiya 12’ê Îlonê de bû dengê derve yê berxwedana li hundir. Ligel hemû pêkutiyan dev ji kolanan berneda. Di salên 1990’î de jî di deman gervên birçîbûnê û rojiyên mirinê de jî bi awayekî çalak xebitî. Bû kedkar û berxwedêra dayîkên Şemiyê.

Ew jineke berxwedêr bû. Di berxwedana karkeran de jî li pêş bû. Li hemberî faşîzmê, li hemberî qetlîamên li Kurdistanê, di veşartina gerîlayan de her dem cihê xwe girt.

Faşîzmê bi dehan caran ew binçav kir lê wê li navendên êşkenceyê jî berxwedana xwe domand.

Em ê têkoşîna wê bidomînin, em vê sozê didin wê û hemû dayîkan. Heta rizgariyê!”