Mizraklî: HDP wê bibe navnîşana çareseriyê

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Selçûk Mizrakli got, ‘’HDP weke berê wê bibe navnîşana çareseriyê’’. Mizrakli got li ser Rêveberiya Tirk ‘kumpanyaya şer’  heye.

Mizrakli bal kişande ser rola Meclîsê ya piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê, got, li gorî pêdiviyên pergala yek zilamî biryarname têne derxistin, Meclîs jî bûye mekanekî wiha ku ji bo hewcehiyên pergala seroktiyê hin yasa lê têne pejirandin.

 ‘AKP-MHP’Ê REWŞA AWARTE DIRÊJ KIRIN’

Mizraklî diyar kir ev rewş ji mikurhatina Serokê Meclîsê Bînalî Yildirm jî tê fêhmkirin, ku Yildirim gotibû wê Meclîsê li gorî pêdiviya pergala seroktiyê bi kar bînin. Mizraklî got, ‘’Bi vê çarçoweyê yasayên ji bo 3 salan ji bo mayindekirina Rewşa Awarte bi hêza piraniyê ya AKP-MHP’ê pêk hat."

‘EM Ê BIBIN NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ’

Mizraklî got di vê pêvajoyê de HDP’ê şerha muxalefetê danîye, hem li parlamentoyê û hem li derve bi rayedarên HDP’ê bi axaftinên xwe problem destnîşan kirine û got,’’Li hêlekê ku ev geşedan hene, hewl tê dayin ku siyaseta Tirkiyê bikin yek reng, rol û berpiryariyên girîng dikevin ser milê HDP’ê, ku ji bo muxalefeta demokratîk a hêviya gelan e ava bike. HDP weke berê wê hewl bide bibe navnîşana  çareseriyê. Ti caran wê bi zimanekî ku lihevnekirinan û rageşiyan kûr dike, bi kar neyine. HDP hay jê heye ku ev pêvajo anormal e û giran e.’’

 ‘KUMPANYAYA ŞER LI SER RÊVEBRIYÊ YE’

Wekîlê HDP’ê yê Amedê Selçûk Mizrakli got li Meclîsê ew hem nûnerê gel û hem jî nûnerê aştiyê ne û got, ‘’Kumpanyayek û kilîkeke şer li ser rêveberiya welêt e. Me gelek caran got ti xêra vî şerî ji gelên welêt re tine. Şer divê bil abi zimên be, te divê bi pratîkê bi yasayên ewlehiya navxwe were temsîlkirin, te divê bila bi polîtîkayên derve ti xêra wê tine û her carê dijî tenduristiya civakê ye. Ji vî alî ve em ê hewl bidin ku aştiyê û sazûmaniya wê pêk bînin, em mîna navbeynkar û berdevkê wê em ê hewl bidin bi rola xwe rabin.’’