Milîsên HBDH'ê li Stenbolê agir berdan depoyeke narkotîkê
Milîsên Berkîn Elvan ên HBDH'ê ragihandin ku li Okmeydani ya Stenbolê agir berdan depoyekê ku karê narkotîkê lê dihate kirin.
Milîsên Berkîn Elvan ên HBDH'ê ragihandin ku li Okmeydani ya Stenbolê agir berdan depoyekê ku karê narkotîkê lê dihate kirin.
Di daxuyaniya milîsên HBDH'ê de hate gotin, "Li Okmeydani ya Stenbolê li taxa M. Şevket Paşayê depoyeke ku hate tespîtkirin karê narkotîkê lê tê kirin, yekîneyên me di 16'ê Gulanê de agir berdan depoyê."
Di daxuyaniyê de her wiha bang li malbatên welatparêz û şoreşger hate kirin ku li dijî lîstikên qirêj ên dewletê xwedî li zarokên xwe derkevin.