Milîsên HBDH’ê li Îzmîrê çalakiya bi fişekên hewayî li dar xist

Milîsên Andok Êrîş (Murat Butun) ên HBDH’ê ragihand ku wan ji bo silavkirina berxwedana Îmrali û Zapê, li Îzmîrê çalakiya bi fişekên hewayî û bi pankart li dar xistiye.

Milîsên Andok Êrîş ên HBDH’ê ragihand ku wan 25’ê Hezîranê di saet 23.00’an de bi çalakiyekê li Lîmontepe ya Îzmîrê berxwedana bi qehremanî ya li Herêmên Parastina Medyayê silav kiriye.

Di daxuyaniyê de “Milîsên me yên pankartên “Bijî Berxwedana Îmrali û Zapê“ nivîsandî daliqandin, bi fişekên hewayî û dirûşman berxwedana gerîla silav kirin.’

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, li hewildanên xwe yên dagirkirina qadên gerîlayan dewam dike. Lê li ber berxwedana bi qehremanî ya gerîlayan a li dijî van êrîşan têk diçe. Piştî her têkçûna xwe gotinên xwe yên şovenîst zêde dikin û gefên dagirkirinê dixwe. Gefên wan pûç in. Deshilatdariya faşîst û çeteyên wê di vî şerî de bi ser nekevin. Bi gerîla, milîs, gel û bi her tiştê xwe şoreşa yekbûyî wê faşîzmê têk bibe û bi ser bikeve. 

Desthilatdariya faşîst ji raperina gel ditirse. Ji wê boneyê, li tecrîda li ser Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Lê tecrîd roj bi roj perçe dibe. Gelê Kurd û Rêberê xwe wê tecrîdê xera dikin. Berxwedana li dijî tecrîdê ji hemû gelên cîhanê re dibe cihê coş û peroşê. Lewma, ji Zapê heta bi Zindana Îmraliyê her der cihê berxwedanê ye. Her der cihê çalakiyan e. Her der cihê azadiyê ye.

Banga me ye li gelê me; Faşîzma AKP-MHP’ê bêhêz e. A bi hêz, têkoşîna yekbûyî û têkoşîna birêxistinbûyî ya gel e. Bi agirê mezin ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vêdikeve dema şandina faşîzmê bi ser sergoyê dîrokê de ye. Ji Zapê heta bi Îmraliyê, dema azadkirina karkir, kedkar, jin, ciwan, xweza û axê ye.“