Metirsî heye ku dem di ser doza Mehmet Sîncar re bibihure

Doza parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar di 4'ê Îlona 2023'an dikeve ber 'dem bihurînê'. Sîncar ji bo lêkolînkirina kuştinên kiryar nediyar çûbû Êlihê û di 4'ê Îlona 1993'an de bi hevkariya Hîzbûllah û dewletê hatibû qetilkirin.

Rûniştina dozê wê di 31'ê Gulana 2023'an de bê kirin. Parêzerê malbata Sîncar Şaneşîn Aydin ji ANF'ê re qala helwesta parastina kiryaran û rewşa dawî ya doza Sîncar kir.

DADGERÎ KIRYARAN DIPARÊZE

Şaneşîn Aydin anî ziman ku kuştina Mehmet Sîncar cînayeteke bi destê dewletê hatiye kirin û diyar kir ku nabe doz tenê bi darizandina tetîkkêşê Hîzbûllahê Cîhan Yildiz bê nirxandin, tevî ku Mehmet Agar, Alaattîn Kanat yekser pêwendiya xwe bi vê bûyera kuştinê re hebû, di çarçoveya dosyayê de nehatin lêpirsîn.

Şaneşîn Aydin got, "Parlamenterê DEP'ê nava rojê li kolaneke herî qelebalix a Êlihê hate kuştin. Kuştina parlamenterê DEP'ê organîzasyoneke mezin e ku nabe tenê li ser tetîkkêşekî bê nirxandin. Tetîkkêş yekî Hîzbûllahê ye, lê belê kiryarên din ên kuştina Mehmet Sîncar Wezîrê Karên Hundir ê wê demê, waliyê wê demê, polîs, leşker û burokratên wê demê ne. Malbatê û parêzeran di vê mijarê de gelek caran daxwaz kirin, bi Sûsûrlûkê re hin belge eşkere bûn, ev yek ji aliyê musteşarê wê demê yê Wezareta Edaletê ve hatin komkirin û bûne rapor, lê belê ti ji van kesan tevlî darizandinê nehatin kirin.

Darizandin û cezakirina kujer Cîhan Yildiz bêguman girîng e, lê belê heta ku destê dewletê yê li pişt cînayetê neyê darizandin wê edalet bi cih neyê."

KUJER SERBEST E Û BI SEGBÎSÊ TEVLÎ RÛNIŞTINAN DIBE

Şaneşîn Aydin anî ziman ku di 4'ê Îlona 2023'an de eger di darizandinê de gav neyê avêtin wê ji aliyê darizandina berpirsyarên ji bilî Cîhan Yildiz ve doz bikeve û diyar kir, darizandina tektîkkêş Cîhan Yildiz wê dewam bike, lê belê ev ê bibe pêvajoyeke bêzar a dema dirêj, heyeta dozê timî hate guhertin, ji doza bingehîn a Hîzbûllahê hate qutkirin û bi 'dem bihurînê' re wê bê encam bê hiştin. Têkildarî pêvajoya darizandina tetîkkêş Cîhan Yildiz jî ev agahî parve kir:

"Cîhan Yildiz di 15'ê Tebaxa 2008'an de li Awûstûryayê hate girtin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Li gorî TCK a berê, bi sûcdariya 'Hewldana ji bo xerakirina pergala destûra bingehînî' hate darizandin û ceza lê hate birîn. Di îdîanameyê de hate ragihandin ku tevlî 6 çalakiyên cuda bûye. Kuştina Mehmet Sîncar jî yek ji wan e. Kuştina Mehmet Sîncar ti carî qebûl nekir. Parêzerê wî di 18'ê Adara 2019'an de bi îdîaya 'bi mehkûmetiya bersûc re xalên 3, 5 û 6 ên peymana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatine binpêkirin' xwest ji nû ve darizandin bê kirin. Di 26'ê Hezîrana 2019'an de biryar hate dayin ku darizandin ji nû ve bê kirin û Cîhan Yildiz ji bo bi rengekî negirtî bê darizandin hate berdan. Ji Êlihê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştinan dibe. Yekane tedbîra astengkirinê ya li hemberî wî hatiye dayin qedexeya derketina derveyî welat e."

JI BO MEXDÛRÊN HIQÛQÊ NAYÊ KIRIN, JI BO KUJERAN TÊ KIRIN

Aydin ragihand ku di pêvajoya berdana Cîhan Yildiz û gelek endamên Hîzbûllahê ya bi rengekî komî de, helwesta Dadgeha Bilind û dadgehên ceza dûrî bicihanîna edalet û qanûnan e û got, dosyayeke bi tenê ya dozên Hîzbûllahê weke mînak hate nîşandan û girtî hemû hatin berdan. Aydin ragihand ku mînakeke vê yekê ji bilî Tirkiyeyê li devereke din nîne û got, "Cîhan Yildiz di vê dosyayê de hikumxwarek bû. Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî lê hatibû birîn. Bi pêkanîna 'rewşa baş' cezayê wî daxistin girtina heta bi hetayê. Di pêvajoyekê de ku têkildarî binpêkirina maf a di darizandinên leşkerî yên li DGM de dosyayek ku biryara ji nû ve darizandinê li ser hate dayin weke mînak hate nîşandan û Hîzbûllahiyên girtî hemû hatin berdan. Ji bo hinekan jî biryara jinûve darizandinê hate dayin, lê belê piraniya wan hatin berdan. Di darizandinên DGM'ê de herî zêde girtiyên siyasî mexdûr bûn û ji salên 1990'î û vir ve nifşek li girtîgehan hatin hiştin. Tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê têkildarî van hemû darizandinan de biryara binpêkirinê da jî rêya jinûve darizandinê nedan ti ji van, daxwazên wan hatin redkirin. Ji bo wan ti biryar weke mînak nehate dîtin."