Meşa Dirêj a ji bo Ocalan di roja 3’emîn de ye

Meşa Ciwanan a ji bo azadiya Ocalan ku ji Elmanyayê destpêkirî didome.

Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja 3’emîn  de didome. Meşa ku ji Dortmûndê destpêkirî û îro di seatên sibê de gihiştî bajarê Wûppertalê û bi kombûna ciwanan û govenda bi coş berdewam kir. Meşa 5 rojan wê di Festîvala Çanda Kurd a 16’ê Îlonê de bi dawî bibe.

Ciwanên ku beşdarî Meşa Dirêj bûne, banga  bi rihê ‘Azad Bike’ li her kesî kir ku beşdarî Festîvala Çanda Kurd a 25’emîn bibin.

LI DUSSELDORFÊ MÎTÎNG

Ciwanên Kurd ji bo Wûppertal-Dusseldrof biqedînin wê 30 kîlometre rê bimeşin.

Meşvan wê li Dusseldorfê beşdarî mîtînga ku ji bo siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê girtî ne, bibin. Di mîtîngê de wê ji bo hemû girtiyên siyasî daxwaza azadiyê were kirin û wê helwesta dewleta Elmanyayê were protesto kirin.