Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê: Em ê hesabê Denîz Poyraz bipirsin

Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê yên Îzmîrê ji bo Denîz Poyraz êvarê saet di 22:00 de li Kadîfekaleyê meşek li dar xistin û diyar kirin ku wê hesabê vê komkujiyê bipirsin.

Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê yên Îzmîrê, qetilkirina Denîz Poyraz bi meşekê şermezar kirin. Di meşê de dirûşmên "Denîz Poyraz namire", "Şehîd namirin", "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan" hatin qîrîn. Qisekeran diyar kirin ku ciwanên Kurd wê hesabê vê komkujiyê bipirsin.

Endamên meclîsan gotin, "Dewleta faşîst ku ji bilî mirin, zindanîkirin û sirgûnkirinê sed sal in rêyeke din dananiye pêşiya Kurdan, li metropolên rojavayî yên ku em lê sirgûn bûne her roj yekî ji me qetil dike. Em ne ji mirinê, ne ji zindanîkirinê ne jî ji êşkencekirinê ditirsin. Bi navê ciwanan em ê hesabê ji dewleta faşîst bipirsin ku me qetil dike, qir dike, sirgûn dike. Em, yên ku me qir dike, qetil dike nas dikin. Bi navê ciwanên Kurd em ê ji kujerên kirêkirî hesab bipirsin."