MEBYA-DER xwedî li malbatên girtiyan derket

MEBYA-DER a ku serdana Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan kir raginahd ku tecrîda li Îmraliyê belavî hemû girtîgehan bûye.

Nobeta Edaletê ya zimên girtiyan dayî destpêkirin di roja 10’an de didome. Endamên rêveberiya Komeleya Çand û Yekîtî, Piştewanî, Alîkarbûn ji Malbatên di Dergûşa Şaristaniyan de Xizmên xwe Wendakirinî (MEBYA-DER) û Hevserokê wê Şeyhmûs Karadag serdana nobetê kirin.

Di dema serdanê de Hevserokê MEBYA-DER’ê Karadag destnîşan kir ku tecrîd di serî li ser Rêberê Gerlê Kurd Abdullah Ocalan li ser hemû girtiyên siyasî tên ferzkirin û got ku girtiyên nexweş ên ku temenê wan jora 70’ê salan e jî serbest bernadin.

Piştre ji Rêveberên MEBYA-DER’ê Halîme Topûz jî bal kişande ser girîngiya piştewaniyê û got, “Hemû zarokê li girtîgehan zarokên me ne. Yên li girtîgehan de xwîşk û bira nin. Ez jî dayika girtiyekê me. Dest bi surgunkirinan kirine, di şertên giran de dijîn.”

Dayika Topûz di dewama axaftina xwe de serbest ne berdana girtiyên ku cezayê wan qediyaye binpêkirina hiquqî ye û lê li gorî hiquqa Tirkiyê jî serbest berdana wan sûc e û wiha axaftina xwe domand; “Em dayik emê heta dilopa dawiya xwîna xwe li rex zarokên xwe bin.”

Piştre li ser navê dayikên di Nobeta Edaletê de ne jî axaftin hatin kirin, ligel ku bal kişandin li ser binpêkirinên ku li hemberî zarok û xizmên wan yên di girtîgehan de ne tê ferzkirin û hat gotin ku çi ji destên wan jî bê ewê pêk bînin.