Mazlûm Ebdî payama piştgiryê da Kazimî

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî peyama piştgiriyê da Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî ku li ser mala wî êrişeke bi SÎHA’yan pêk hatibû, Ebdî êriş şermezar kir.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî peyama piştgiriyê da Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî ku li hember mala wî êrişeke bi SÎHA’yan çêbibû.

Ebdî di peyama xwe de bal kişande ser êrişa li ser mala Kazimî û ragihand: "Hedefgirtina birêz Kazimî, hedefgirtina nirxên demokrasî, aramî û ewlehiyê ye."

Fermandarê Giştî yê QSD Mezlûm Ebdî her wiha kêyfxweşiya xwe ya ji ber ku di êrişê de tiştek bi Kazimî nehatiye anî ziman û got: "Dema me bihîst tiştek bi we nehatiye, em rihet û kêfxweş bûn. Em bi hêvî ne ku saziyên we yên ewlehiyê di zûtirîn demê de nasnameya kesên ku ev kiryar kirine diyar bike û wan sewqî edaletê bikin."

Ebdî bi van gotinan diyar kir ku ew teqez di şerê hevbeş ê li dijî terorê de li rex gelê Iraqê ne. Di heman demê de li ser navê QSD’ê êriş şermezar kir.

Ebdî di dawwiya peyamê de ji Kazimî û gelê Iraqê re aramî û ewlehî xwest.