Malikî du wezîrên Kurd guhertin
Malikî du wezîrên Kurd guhertin
Malikî du wezîrên Kurd guhertin
Serokwezîrê Iraqê yê Şiî Nûrî Malikî cihê wezîrên Karê Derve û Bazirganiyê yên Kurd da du kesên din.
Wezîrên Kurd ji meha Adarê û vir ve ji ber sedema nelihevkirina bûtçeya federal hikumetê boykot dikin.
Li gorî nûçeya AFP’ê rayedarekî ku nexwest navê xwe bêje, diyarkir ku Alîkarê Serokwezîr Huseyîn Şaristanî dê biçe cihê Wezîrê Karê Derve Hoşyar Zêbarî, Wezîrê Edaletê Hesen El Şammarî jî li gel vê peywira xwe dê biçe cihê Wezîrê Bazirganiyê Hayrullah Hesen Babakir.
Di navbera Herêma Federal ya Kurdistanê û rêveberiya Bexdayê de demek dirêje nelihevkirinên kûr hene. Nelihevkirinên li ser hevpeymanên petrolê û belavkirina dahatê, her wiha Kerkûk jî di nav de berdewam dikin.