Malbatên windayan: Li Efrînê sivîl û rastî tên kuştin!

Dayikên Şemiyê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê dan û gotin, "Sivîl tên kuştin. Bila êrîş tavilê bên rawestandin. Divê gelê Tirk jî li hemberî êrîşan bêdeng nemîne."

Dayikên Şemiyê ku ji bo eşkerebûna aqûbeta xizmên xwe yên di binê çavan de hatine windakirin bi salane têdikoşin, li ser êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê ji ANF'ê re axivîn.

'DIVÊ GELÊN TIRKIYEYÊ LI BER RABIN'

Ji Dayikên Şemiyê Hanim Tosûn bi bîr xist ku ew jî mexdûreke şer e û got, li Efrînê drameke mirovahiyê heye; bi bombeyan sivîl tên kuştin. Tosûn destnîşan kir ku wijdan nikare vê rake û got, "Efrîn axa Tirkiyeyê nîne. Mirovên li wê derê li malên xwe, li gund û ser axa xwe dijîn, zerar nedan kesî. Gelek mirovên ji şer reviyan xwe li wir girtin. Gelên li wir bi rengekî aştiyane û aram dijîn. Mafê kesî nîne ku vê yekîtî û hevgirtinê xera bike." Tosûn bal kişand ser dîmenên zarokên li Efrînê ji ber êrîşan birîndar bûne û destnîşan kir ku mafê kesî nîne vê êşê li Efrînê der bike.

Tosûn ji Tirkiyeyê xwest ku tavilê ji nava axa Efrînê derkeve û got, "Ez li dijî vî şerî me û divê tavilê dets ji vî şerî were berdan. Di serî de malbatên leşkeran divê gelên Tirkiyeyê li ber şerê li dijî Efrînê rabin."

'SIVÎL TÊN KUŞTIN'

Mîkaîl Kirbayir jî got, li Efrînê sivîl tên kuştin û bi bîr xist ku ji Efrînê heta niha ti êrîş li Tirkiyeyê nebûye, lê tevî vê yekê jî bombe li Efrînê tên barandin û ew vê qebûl nakin. Kirbayir got, "Şer tê wateya kuştinê. Şer kuştina bê daraz e. Ji kîjan alî dibe bila bibe her canê dikeve, êşê dikişîne. Em li dijî her şêweyê şer in. Bi qasî ku li ser şer disekinin, serê xwe li ser aştiyê biêşanda wê ev cîhan ewqasî gemarî nebûya."

'LI EFRÎNÊ RASTIYÊ JÎ DIKUJIN'

Masîde Ocak anî ziman ku mîna her şerî di şerê Efrînê de jî destpêkê rastê tê kuştin û bi bîr xis tku gelek rojname, malperên înternetê, radyo, televîzyon hatin girtin û mirovên twêet avêtin û aştî parastin hatine binçavkirin. Ocak diyar kir ku mirovên li gel sansura giştî, zext û gefan li ber şer radibin, tên bêdengkirin û got, hikumeta naxwaze hilweşîn û rastiya şer a li Efrînê were dîtin. Ocak got, "Lê belê em dibînin û şahidiyê pê dikin ku di vî şerî de ji her du aliyan mirov tên kuştin."

Ocak da xuyakirin ku ew naxwazin mafê jiyanê yê kesî bê binpêkirin û ji ber vê yekê jî dixwazin ku ev şer tavilê bê rawestandin.

'EM Ê VÊ ZILMÊ QEBÛL NEKIN'

Hasan Karakoç diyar kir ku bûyerên li Efrînê diqewimin yekser bandorê li Kurdên li Tirkiyeyê dike û nerazîbûn nîşan da ku bi taybetî herêmên sivîlan, navenda avê, bendav û nexweşxane tên bombekirin. Karakoç destnîşan kir, zilma ku Erdogan li Efrînê li ser gelan ferz dike, ne ya qebûlkirinê ye.