Malbata gerîlayê HPG'ê Yûnûs Babayîgît ji jiyana kurê xwe bi fikar e

Rayedarên Tirk îdîa kirin ku Erzînganê du gerîlayên HPG'ê şehîd bûye ku yek ji wan Yûnûs Babayîgît (Aras Dîgor) e. Malbata Babayîgît ku agahî jê re nehatiye dayin, ji jiyana kurê xwe bi fikar e.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê X'ê îdîa kiribû ku li bejahiya Kemax a Erzînganê di şer de du gerîla Yûnûs Babayîgît (Aras Dîgor) û H.G. şehîd bûne.

Lê belê eşkere bû ku ti agahî ji malbata Yûnûs Babayîgît re nehatiye dayin. Kek û apê Yûnûs Babayîgît çûn Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê, lê hîn bûn ku Yûnûs Babayîgît li wir nîne.

Malbatê serî li dozgeriya Erzîncanê da, lê nekarî agahiyekê werbigire. Li gorî agahiyan dozgeriyê ji malbatê re gotiye ku Yûnûs Babayîgît ji girtîgehê re hatiye şandin.

Malbat dema çû girtîgehê dîtin ku Yûnûs Babayîgît li wir jî nîne. Malbata gerîla û xizmên wî ji jiyana Babayîgît fikaran dikin.