Mahmût Tat ê ku Swêdê ew teslîmî Tirkiyeyê kiribû, hate girtin
Mahmût Tat ê ku Swêdê ew teslîmî Tirkiyeyê kir, ji aliyê dadgehê hate girtin û ew şandin Girtîgeha Metrîsê.
Mahmût Tat ê ku Swêdê ew teslîmî Tirkiyeyê kir, ji aliyê dadgehê hate girtin û ew şandin Girtîgeha Metrîsê.
Mahmût Tat ê ku di sala 2015’an de li Dêrsimê bi îddîaya ‘endamê PKK’ê ye’ 6 sal û 10 meh ceza lê hatibû birîn, li Swêdê daxwaza penaberiyê kiribû. Di 22’ê Mijdarê de li Swêdê polîsan ew girtin û ew birin Molndalê. Tat di 2’ê Kanûnê de jî birin Tirkiyeyê.
Piştî îfadeya li emniyetê Tat sewqî Edliyeya Gazîosmanpaşayê hate kirin.
Bi hinceta ku ceza lê hatiye birîn ew şandin Girtîgeha Metrîsê.