Macron nerazîbûn nîşanî polîtîkayên dewleta Tirk da

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron nerazîbûn nîşanî polîtîkayên Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan da û diyar kir ku di vê polîtîkayê de nijadperestî û Îslamîperestî heye.

Macron ji kovara Parîs Matchê re axivî û rexneyên giran li Erdogan kir.

Macron diyar kir ku polîtîkayên dewleta Tirk ji ber ‘faktora bêîstîkrariyê ye’ û ‘Berjewendiyên wan û Ewropayê ne wekî hev in’. Macron bal kişand ser vî tiştî ku di polîtîkaya dewleta Tirk de ‘nijadperestî û îslamperestî’heye û dixwaze li her derê belav bibe.

Macron got ku, “Divê Ewropa vî tiştî bibîne û berpirsyariyê werbigire. Ez naxwazim alozî zêde bibe. Lê ez ji dîplomasiyeke qels bawer nakim. Sînyalek hate şandin ku wateyeke hevgirtina Ewropayê heye.”

Dewleta Tirk bi awayekî bêqanûn li Behra Spî li petrolê digere. Di hefteyên borî de keştiya sondajê ya Tirk di navbera Kibris û Yewnanistanê de li petrolê digere. Ev jî dibe sedem ku alozî zêde bibe.

Fransayê hefteya borî ji bo piştgiriya Atînayê du keştiyên şer û balefireke şer şandibû rojhilata Behra Spî. Macron diyar kiribû ku Fransa hêzêke rojhilata Behra Spî ye.

TÊKILIYÊN DI NAVBERA HER DU WELATAN DE XERAB DIBE

Têkiliyên di navbera Tirkiye û Fransayê di salên dawîn de xerab dibe. Piştî êrîşkariya dewleta Tirk a li ser Rojava, Fransayê diyar kiribû ku NATO li ber sikratê ye. Fransa û Tirkiye di gelek meseleyên din de li dijî hev rabûn. Dagirkeriya dewleta Tirk a li Lîbyayê û sondaja li Behra Spî aloziyên di navbera her du welatan de zêde kir.

Fransayê nerazîbûn nîşanî kuştina du fermandarên artêşa Iraqê dabû. Ev her du fermandar ji aliyê dewleta Tirk ve di meha Tebaxê de hatibûn kuştin, Fransayê xwestibû ku bila ev êrîş were ronîkirin.