Lîreyê Tirk her diçe bêqîmet dibe
Li Tirkiyeyê dolar û euro bi rekorê dest bi rojê kirin. Her roj lîreyê Tirk zêdetir ji qîmetê dikeve, dolar li beramberî lîreyê Tirk dîsan 5.30 jî derbas kir.
Li Tirkiyeyê dolar û euro bi rekorê dest bi rojê kirin. Her roj lîreyê Tirk zêdetir ji qîmetê dikeve, dolar li beramberî lîreyê Tirk dîsan 5.30 jî derbas kir.
Roja Dûşemê dolar li Tirkiyeyê bûbû 5.30, bilindbûna dolar didome vê sibê dolar beramberî lîreyê Tirk 5.30 jî derbas kir û rekorek din şkand.
Dolar bi pileya sedî 1 bilind bû û asta 5.30 jî derbas kir, euro jî bi heman şêweyî sedî 1 zêde bû û bû 6.15.
Dolar şeva Dûşema borî (Duh) bilindbûnekî dîrok nîşan da û bû 5.4222. Euro jî li beramberî lîreyê Tirk TL bû 6.2695
Hate diyarkirin ku pêkirinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) yên li ser Îran û 2 wezîrên Tirk dibe sedema bilindbûna dolar.