Lîrayê Tirkan têk diçe!

Têkçûna lîrayê Tirkan didome. Dolar bû 5,1611 û eûro jî xwe nêzî 6 lîrayan kir.

Ji ber polîtîkaya dîktatoryal a rejîma AKP-MHP’ê hilweşandina aboriyê didome.

Lîrayê Tirkan roj bi roj têk diçe. Rêjeya dolar/lîrayê Tirkan bû 5,16. Ji serê salê û heta îro lîrayê Tirkan li hemberî dolar 34 ji sedî bêqîmet bûye.

Eûro jî xwe nêzî 6 lîrayan kir û bû 5.9926.

Saziya fînansê ya navneteweyî HSBC diyar kir ku şîrketên Tirkiyeyê di meha Îlonê de 6 milyar dolar û di meha Cotmehê de jî divê 9 milyar dolar deynê xwe yê derve bidin. Heta dawiya vê salê divê 69,3 milyar dolar deyn were dayîn.