Di xebata sondajê ya li Mehmûdî, ji ber têlên elektrîkê qut bûn karkerê bi navê Mahmût Akgunduz jiyana xwe ji dest da. Her wiha li Kayseriyê jî zarokê 16 salî yê bi navê Abdullah Şeker li avahiya lê kar dikir ji qata 8’an ket, jiyana xwe ji dest da.
WAN
Li Taxa Sirim a girêdayî navçeya Mehmûdî ya Wanê di xebata sondajê ya ji aliyê şîrketeke taybet ve tê meşandin, di encama qezaya rû da ciwanekî jiyana xwe ji dest da. Maşîneya ji bo sondajê kar dikir ku bû sedema têlên elektrîkê qut bibin, Mahmût Akgunduz ê 20 salî bi giranî bû.
Akgunduz ê xwestin rakin Nexweşxaneya Dewletê ya Qerqelî hê di nîvê rê de jiyana xwe ji dest da.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
KAYSERÎ
Xwendekarê Lîseyê yê bi navê Abdullah Şeker ji ber betlaneya dibistanê û tevkariyê li aboriya malbatê bike li avahiyekê kar dikir.
Şeker ji qata 8’an a avahiyê ket xwarê.
Şeker ê karkeran ew rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kayserî jiyana xwe ji dest da.