Li Torontoyê Newroz bi coşek mezin hate pîroz kirin

Li Torontoyê Newroz bi coşek mezin hate pîroz kirin

Li bajarê Toronto yê Kanadayê Newroz bicoşek mezin hate pîroz kirin. pîrozbahiya ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demga xwe lêda, ji çarparçeyên Kurdistanê zêdetirî hezar 500 Kurdistanî tevlîbûn.

Li Torontoyê pîrozbahiya Newrozê ya deh salên dawî ya herî mezin li Salona Mirage ya li ser rêya 1917 Albion hate pîroz kirin.

Di salona pîrozbahiyê de posterê mezin yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala Konfederalîzmê, her wiha pankarta li ser ‘ Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re Statû’ nivîsî ku ji aliyê ciwanan ve hatî amadekirin hatin daliqandin.

Di pîrozbahiya ku bi deqîqeyek rêzgirtina li ser giyanê kesên di tekoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir,  destpêkê koma folklorê ya zarokên di navbera 8-10 salî û keçên 12-15 salî derketin ser dikê û bi govendê girse coşandin. Piştre Hozan Dezgîn bi muzîka rap derkete ser dikê û strana Zimanê Kurdî got.

Piştre banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 21’ê Adarê Newroza Amedê de û agirbesta ku duh Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan di Newroza Bonnê ya Almanyayê de îlan kir hate pêşandan. Her du daxuyanî ji aliyê girseya di salonê de bi çepik û tîlîliyan hate pêşwazî kirin.

Pîrozbahî bi lîstika şanoya ya ciwanê Kurd ya rastiya diasporayê vedibêje berdewam kir. Leyîstik ji aliyê girseyê ve hate ecibandin.

Hozan Tûrgût û Hozan Ezîz bi starên xwe girse coşand, her wiha strana ‘Bijî Serok’ û ‘oy oy Apê me’ di pîrozbahiyê de strana herî zêde hatî dubare kirin bû. Piştî ku Hozan Sîpan hate ser dikê girseyê coşa Newrozê bi girêdana govendê gihand lotikê.

Piştî axaftina parlementera Scarborough Lîberalê Jim Karygiannisê, Hozan Kenan derket ser dikê û bi girêdana govendan şahiyê heya direngî şevê dom kir.