Li Tirkiyeyê her roj herî kêm 38 kargeh tên girtin

Li Tirkiyeyê ya ku krîza aboriyê kûr bûye, her roj 38 dikan û kargeh tên girtin.

Li gorî nûçeya rojnameya Bîrgunê ji serê salê ve enflasyoneke mezin tê jiyîn.

Li gorî nûçeyê di meha Çileyê de 2 hezar û 417 şîrket, di meha Sibatê de 682, di meha Adarê de 780, di meha Nîsanê de 623, di meha Gulanê de 652 û di meha Hezîranê de jî 752 şîrket hatin girtin. Di şeş mehên pêşîn de bi kêmanî 5 hezar û 906 şîrket hatine girtin.

Li gorî îstatîstîkên fermî ji Çileya 2017’an heta Hezîrana 2018’an 20 hezar û 607 dikan û kargeh hatin girtin. Li gorî daneyên fermî rojê 38 şîrket tên girtin.

Yekîtiya Ode û Borseyan a Tirkiyeyê diyar dike ku di sala 2017’an de 14 hezar û 701 kargeh hatine girtin.

Banka jî ji ber aboriya xerab şaxên xwe digirin. Di 18 mehan de 458 şax hatin girtin. Di sala borî de 325 şax hatin girtin û di şeş mehên vê salê de 133 şax hatine girtin.