Li Tirkiyeyê 4.6 milyon zarok xizanin

Li Tirkiyeyê 4.6 milyon zarok xizanin

Li Tirkiyeyê di 23’ê Nîsanê Cejna Zarokan de, ji ber sedema rewşa aborî ya malbatê 4.6 milyon zarok di nava xizaniyê de mezin dibin. Li gorî vê asta herî bilind ya xizaniyê li bakûrê Kurdistanê ye.

Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê ya ji Navenda Lêkolînên Civakî û Aborî ya Zanîngeha Bahçeşehîr (BETAM) ya ji aliyê Prof. Dr. Seyfettîn Gursel, Alîkar. Doç.Dr. Gokçe Uysal û Endama Lêkolînê Ayşenûr Acar ve hatî amade kirin,  li Tirkiyeyê ji her 4 zarokan yek nikare pêwîstiyên xwe yên tîmarbûn, germahî, cilûbergan pêşwazî bike.

Li gorî lêkolîna BETAM’ê her çendî ku li gorî sala 2006’an ku xizanî sedê 34.7 bû û sala 2010’an da ketiye sedê 24.4’an jî 4.6 milyon zarok di nava xizaniyê de jiyan dikin.

Sala 2010’an li gorî sala 2006’an pêşwazî nekirina pêwîstiyên cilûber yên zarokan ji sedê 60.2 daketiye sedê 40.8’ê. Tê texmîn kirin ku, ev başî dibe ji ber ketina bihayê cilan be.

Li gorî lêkolînê yek cih herêmên herî zêde zarok lê xizan jî herêmên Kurdanin. Li gorî vê sedê 42.1’ê zarokên li bakûrê Kurdistanê jiyan dikin xizanin. Bi gotinek din, 1 milyon 200 hezar zaron nikarin pêwîstiyên xwe yên tîmarbûn, cilûber pêşwazî bikin.