Cotmeha bihurî dewleta Tirk qeyûm anî ser muxtariya taxa Suphanê ya Artemêtanê ya Wanê. Muxtara qeyûm Kader Acar, di demeke wiha de ku divê kaxezên hilbijêran werin belav kirin, xwe nebedî kir.
Di hilbijartina 24'ê Hezîranê de HDP'ê ji 11 hezar dengan 7 hezar û 600 jê standibû. Li taxê ku HDP'ê 70 ji 100'î yê dengan standibû, hilbijêrên ku diçin kaxezên xwe bistînin, bi hinceta ku ''muxtar li civînê ye'', ''li derveyî bajêr e'', ''muxtar nexweş e'' destvala têne vegerandin, ji bo vê piraniya hilbijêran hê kaxezên hilbijêriyê nestandine.
Muxtar Ayhan Komî ku qeyûm li şûnê hatiye danîn got, heke kaxezên hilbijêran neyên belavkirin gelek kes wê nikaribin dengê xwe bidin. Komî got, ''Ji hêla yasayî ve divê kazex werin belavkirin. Piraniya hilbijêrên me înternetê bi kar nayînin. Welatî zehmetiyan dijîn. 11 hezar hilbijêrên taxê hene HDP 70 ji 100'î yê van dengan stand. Heke welatî nimroya sendoqa xwe nizanibe, nizane bê ka wê li kûderê dengê xwe bide. Li taxê li 3 dibistanan deng têne dayin. Di vê rewşê de gelek kes mexdûr dibin.''