Li Tambovê hovîtiya dewleta Tirk hate gotin

Delegasyona Êzidiyan a Rûsyayê ji bo ku tevlî Kongreya Êzidiyan a Rûsyayê ya 2’yan bibin li Tambovê hatin cem hev.

Li bajarê Tambovê bi tevlêbûna Endamê Rêveberiya Meclîsa Şengalê ya Demokratîk Haşîm Hacî,endamê Rêveberiya Partiya Azadiya Demokratîk a Êzdiiyan (PADÊ) Qehtan Elî, Hevserokê Komîteya Karê Derve yê Meclîsa Demokratîk a Sûriyê (MSD) Xerîb Hiso, Hevserokê Navenda Yekîtiya Saziyên Êzidiyan (NAV-YEK) Zerdeşt Gunay û Hevserokê Meclîsa Derveyî Welat a Meclîsa Şengalê ya Demokratîk Fîkret Îgrek civîna gel çêbû.

Di civînê de Hevserokê Kongreya Êzidiyên Rûsyayê Cemal Şamoyan got, ‘’Em pê dizanin ku Kurdên ku li Federasyona Rûsyayê dijîn geşedanên li wêlêt bi meraq dişopînin. Ji bo vê jî, me rast dît ku delegeyên me li qadan bi Kurdistaniyan re werin cem hev û civînekê bikin.’’

‘GELÊ EFRÎNÊ BI HÊZA XWE LI DIJÎ DAGIKERAN LI BER XWE DIDE’

Li ser navê delegasyonê Hevserokê Komîteya Karê Derve yê Meclîsa Demokratîk a Sûriyê Xerî Hiso axivî û got, ‘’Êrîşa herî mezin a dîroka Tirkiyê tê kirin. Vê êrîşê ne tenê bi derfet û çekên xwe dike. Bi çekên teknolojîk ên herî dawî yên NATO’yê û bi artêşa çeteyan ku hijmara wan bi deh hezaran e û bi leşkerên perwerdehiya taybet êrîşê bi ser Efrînê de tîne. Li gel êrîşên ku ev saleke didomin, gelê Efrînê bi derfetên xwe, bêyî ku ji ti kesî alîkariyê bistînin li dijî van hêzên faşîst û dagirker li ber xwe didin.

Ji hêla siyasî û leşkerî ve Tirkiyê li Sûriyê winda kir. Erdogan û hikûmta şer a ku ev dîtî li dijî Kurdan êrîşa herî mezin a dîrokê da destpêkirin. Bêyî ku bibêje ev jin e, zarok e, yixtiyar e êrîş bi ser cihên sivîl de bir. Gelek sivîl hatin kuştin. Mixabin li bara van êrîşan hêzên navnetewî hê jî bêdeng in û Tirkiye çavê xwe ji komkujiyan re digire. Ev jî wan dike hevkarê komkujiyê. Em Kurd bi têkoşîna xwe ji bo ku Erdogan li Efrînê komkujiyan dike, çekên kîmyewî bi kar tîne, ji bo ku li dadgehên navntewî were darizandin em ê her tiştî bikin.’’

‘JI BO KU EM LI RÛMETA XWE XWEDÎ DERKEVIN EM LI DIÎ HER CURE DIJWARIYÊ RAWESTIYAN’

Piştre li ser navê PADÊ’ê Qehtna Elî axivî û got 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê bi desteka Tirkiyê êrîş bi ser Şengalê de anîne, wê demê Kurdên li hemû dinyayê destê xwe dane gelê Şengalê.

Elî got, ‘’Heke ne ji fedekarî dilsoziya gel bûye li dijî çeteyan em ê wiha ne serkeftî bûna. Di dîrokê de cara pêşî jinên Êzîdî rêxistiniya xwe kirin, artêşa xwe ava kirin û bi têkoşîneke mezin li dijî van dijminên mirovahiyê şer kirin.’’

‘DIVÊ EM DESTÛRÊ NEDIN KU PERGALA KAPÎTALÎST A EWROPA ME ASÎMÎLE BIKE’

Li ser navê Meclîsa Derveyî Welat a Şengalê ya Demokratîk Hevserok Fîkret Îgrek jî got, ‘’Bi êrîşa DAÎŞ’ê me dît ku êrîşa li ser Kurdan ne êrîşên wiha jirêzê ne. Li dijî van êrîşan ne tenê Kurdên Şengalê û Rojava divê hemû Kurdên dinyayê dest bidin he û rabin ser piyan. Kurdên me yên li Ewropa rêxistiniya xwe di vê hêlê de kirine. Lê dema ku em li dijî van êrîşan derdikein divê em nehêlin ku pergala kapîtalist hêdî hêdî me asîmîle bike û me ji nirxên me dûr bixe.’’

‘DI DÎROKÊ DE CARA PÊŞÎ YE KU ÊZÎDÎ EV ÇEND RÊXISTINIYA XWE DIKIN’

Endamê Meclîsa Şengalê ya Demokratîk Heşim Hecî jîg ot, ‘’Li dijî çetetên DAÎŞ’ê gelê Şengalê rêxistiniya xwe kir. Piştî ku DAÎŞ hate şikandin me di qada siyasî û civakî de jî rêxistiniya xwe kir. Niha li gelek qadan me ev bi rengekî xurt kiriye. Di dîrokê de cara pêşî ye ku Êzîdiyên Şengalê wiha rêxistiniya xwe dikin û partiyeke siyasî ava dikin. Ev ji bo me hemûyan serkeftineke mezin e.’’

‘PIŞTÎ TECRÛBEYÊN TEHL EM BI GIRINGIYA RÊXISTINIYÊ HISIYAN’

Li ser navê NAV-YEK’ê Hevserok Zerdeşt Gunay axivî û got ,’’Civaka ne rêxistinî be mehkûmî têkçûnê ye. Heta niha tişta ku hatî serê me ji bo nerêxistiniya me bû. Civaka rêxistinî li dijî her êrîşê dikare parastina xwe bike. Mixain piştî gelek tecrûbeyên mezin em bi giringiya vê hisiyan. Niha li Ewropa rêxistiniya me xurt e. Ev ji bo me tecrûbeyeke girîng e. Têkiliya me bi sazî û rêxistinên Êzîdî re heye. Şengal ji bo me pîroz e. Divê em ciwanên xwe li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên pergala kapîtalîst bi çand û rêça Şengalê perwerde bikin.’’