Li Swîsreyê dirûşma 'PKK gel e gel li vir e' deng veda
38. salvegera damezrandina PKK'ê li Swîsreyê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
38. salvegera damezrandina PKK'ê li Swîsreyê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Pîrozbahî li bajarê Lûzern ê Swîsreyê li salona Navenda Kar a Lûzern Messeyê pêk hat û bi hezaran kes tevlî bûn. Salona pîrozbahiyê bi wêneyên kadroyên pêşeng ên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hate xemilandin.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Bi hezaran beşdarên çalakiyê bi yek dengî dirûşmên "PKK gel e gel li vir e" û "Bijî Serok Apo" qîriyan.
Hevseroka Navendên Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (DEM-KURD) Fatma Matûr di destpêkê de axivî. Piştre Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar û nûnerên rêxistinên çep sosyalîst ên Tirkiyeyî û Kurdistanî axivîn. Hunermend Xelîl Xemgîn, Bêrîvan Arîn, Serhado, Diyar û Baran Tûran jî bi rêzê derketin ser dikê.
Ciwanên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya du rojan dest bi meşa dirêj kiribûn, li ber qîrîna dirûşma "Em ê bi ser bikevin" ketin hundirê salonê.
KARTAL: SALA 39'AN WÊ BIBE SALA SERKETINÊ
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bi pîrozkirina salvegera 38. a damezrandina PKK'ê dest bi axaftina xwe kir û got, sala 39'an wê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd. Kartal da xuyakirin, ku AKP û Erdogan ên di polîtîkayên xwe yên Rojhilata Navîn de bi taybetî li ser Rojava û Mûsilê têk çûye, hewl dide li Bakurê Kurdistanê Kurdan tine bike û got, gelê Kurd wê ti carî li ber polîtîkayên qirker ên Erdogan serî netewîne.
Kartal got, "Gelê me wê van polîtîkayan pûç bike û mîna li Rojava wê li Bakur jî bi ser bikeve. Divê her kes dengê xwe tevlî dengê gerîlayên PKK'ê bikin, tevlî berxwedanê bibin û berê xwe bidin serketinê."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûstafa Karasû jî bi dîmen peyamek ji pîrozbahiyê re şand. Karasû da xuyakirin, ku di salên 1970'î de Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, rastiya gelekî li ber tinebûnê bû ji nû ve zindî kiriye, bi rêxistin kiriye û bi afirandina kadroyên vî gelî re ji nû ve derxistiye ser dika dîrokê.
Karasû got, "Ji ber vê yekê em damezrandina PKK'ê weke roja vejînê pîroz dikin. PKK ji roja destpêkê ve ti astengî û zehmetî nas nekir, têkoşiya û rastiya gelekî ku niha ji bo jiyaneke demokratîk û azad a tevahiya Rojhilata Navîn têdikoşe, afirand."
'PKK HÊVIYA GELAN E'
Di şevê de nûnerên Tevgera Jinên Kurd li Swîsreyê, Ciwanên Azad, rêxistnên çep sosyalîst ên Kurdistanî û Tirkiyeyî axivîn û 38. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Nûneran gotin, PKK hêviya gelên bindest e û destnîşan kirin, ku berxwedana ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye afirandin, li ber serketinê ye.
Pîrozbahî bi gerandina govendê heta derengiya şevê dewam kir.