Li Swêdê protestokirina DAIŞ’ê didome

Piştî bajarên Stockholm û Hamstad ên Swêdê, Kurdên li bajarê Gavle dijîn, ji bo çeteyên DAIŞ'ê yên li Kobanê zêdeyî 200 sivîl bi hovane qetil kirin şermezar bikin, daketin kolanan.

Piştî bajarên Stockholm û Hamstad ên Swêdê, Kurdên li bajarê Gavle dijîn, ji bo çeteyên DAIŞ'ê yên li Kobanê zêdeyî 200 sivîl bi hovane qetil kirin şermezar bikin, daketin kolanan.

Di çalakiya li Gavle de, çeteyên DAIŞ’ê û hikûmeta AKP’ê hatin lanetkirin. Li ser navê Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk Cemal Rojhilatî di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku li pişt komkujiya li Kobanê, Tirkiye û Erdogan ên naxwazin Kurd bibin xwedî statu hene û destnîşan kir ku ku ti hêz nekare pêşî li daxwazên mafdar ên gelê Kurd bigirin.

Rojhilatî di dewama axaftina xwe de got: "Kurd li ber xwe didin û wê her li ber xwe bidin. Ji bo DAIŞ’ê ji xaka xwe derxînin, pêwîstî bi çi hebe wê wê bikin. Dibe ku divê em biçin Kobanê, li cem gelê xwe cih bigirin û bi gelê Kurd re li dijî komkujiyan li qada bin. Ez bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan dikim ku li pêşberî bûyer û qewimînên li Rojava bi hestyarî tevbigerin û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bilind bikin."

Nûnerê PYD’ê yê Swêdê Şiyar Alî jî diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê hêzeke leşkerî ya navneteweyî ye, li pişt wan Tirkiye heye û wiha berdewam kir: "Roj roja neteweyî ye. Partî û rêxistin divê di vê esasê de xwedî li Kobanê derkevin.

Gelê Kurd ê xwedî rêbertiyeke şoreşger û rêxistinkirî ye, nîşanî hemû cîhanê daye ku ti hêz nikare wan têk bibe. Em ji Şêx Seîd, Qazî Mihemmed û Rêber Apo tiştekî hîn bûn. Ji vir pê ve  em nabin leşkerê ti kesî. Em ê tenê bibin leşkerên xwe."

Bername bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...