Li Sûriyeyê du metropolît hatin revandin

Li Sûriyeyê du metropolît hatin revandin

Li Sûriyeyê Metropolîtê Heleb û Ortodoksê Rûm yê Antakyayê Pavlo Yazici û Metropolîtê Helebê yê Ortodoksê Sûryaniyan Yuhhana Îbrahîm hatin revandin.

Metropolîtiya Ortodoksên Heleba Sûriyeyê daxuyaniyek da û aşkera kir ku, pîskopas Pavlo Yazici û Yuhhana Îbrahîm dema ji sînorê Tirkiyeyê vedigeriyan, li Sûriyeyê ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin.

Ji Metropolîtiya Ortodoksên Heleba Sûriyeyê Razek Sirianî daxuyaniyek fermî da û diyarkir ku, dema kuk Yazici û Îbrahîm ji sînorê Tirkiyeyê vedigeriyan Helebê, wesayîta wan hatiye rawestandin, ajovan kuştine û ew jî revandine.

Metropolîtiyê ragihand ku xebatên lêgerînê didomin; lê belê heya niha têkiliyek li gel komên ew revandine re çênebûye û got; “ Psîkopos ji bo serbest berdana du rahîbên ku beriya niha çend meh hatibûn revandin bên berdan di peywira alîkariya mirovî de bûn.”