Li Stockholmê qirkirin hat protestokirin

Li Stockholmê qirkirin hat protestokirin

Di 98’emîn salvegera qirkirina li hemberî Ermenî, Asurî-Suryaniyan de li Stockholma paytexta Swdê çalakiyên protestoyî pêk hatin.  Federasyona Ermeniyan li ber parlamentoya Swêdê kon vedan û pêşangeha qirkirinê vekirin. Her wiha nêzî 200 kesî li ber seferatxaneya Swêdê ya Tirkiyeyê jî çalakiya prostoyî pêk anîn.

Federasyona Ermeniyan di saetên serê sibê de li hemberî parlamentoya Swêdê kon vedan û  pêşangeha wêneya ya ku berê li Erîvan, Danîmarka û Norveçê hat pêşandan  bi navê ‘Bersiva Îskandinavyayê ya bo Qirkirina Ermeniyan’ hate pêşandan.

Her wiha li kesên der dorê yên derbas dibûn jî belavo û broşurên ku qirkirin vedigotin hat belavkirin û seranserê rojê stran û kilamên ermenkî hatin strîn.  Pankarta bi ser navê ‘Hrant Dînk em te tu carî jibîr nakin’ jî hat vekirin. Ji netewên, Swêd, Kurd, Tirk û yên din penaber çûn serdana kon û hestên xwe yên piştevaniyê anîn ziman.

Karo Manukyanê 70 salî  ji serê sibê heta êvarê ji bo kesên  der dorê qikirina ermeniyan vegot.

Manukyan pirsên me yên der barê mijarê de jî bersivand û got: “Îro ji bo hemû Ermeniyan rojeke reş e.  Em li ku derê cihan bin bila bibin em dê derkevin holanan û em dê qirkirina 1,5 mîlyon kesî lanet bikin.  ji berku kal û pîrên min li Îranê bû ji mirinê rizgar bûn. Ger li Tirkiyeyê bûna dê ez jî îro ne li vir bûma.  Lê Tirkiye qirkirinê qebûl nake.  Gelek belge hene.  Tu wateya înkarkirinê tune. heta ku Tirkiye qirkirinê qebûl neke em dê protestoyên xwe bidomînin.”

Di saetên nîvro de jî nêzî 200 kesî li ber seferatxaneya Tirkiyeyê hatin cem hev û  qirkirin protesto kirin û gotin bila qirkirin neyê qebûlkirin.